12:11 26 Îlon 2017
Zindî
    Reqa-HSD-YPG

    Şerê li Reqayê dijwar bû: 23 DAIŞî hatin kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 2010

    Li taxên rojava, rojhilat û Reqaya Kevin pevçûnîn dijwar rû didin. Hate ragihandin ku 23 mîlîtanên DAIŞê hatine kuştin, 3 mîlîtanan jî xwe radestî HSDê kirine.

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê ji DAIŞê ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk tê dewam dike. Hate diyarkirin ku li taxa Deriyê ya rojavayê taxê şerê di navbera şervanên HSDê û mîlîtanên DAIŞê de, ji saetên sibehê û heta niha didome. Di encamê de jî 2 erebeyên bombarkirî yên DAIŞê hat îmhakirin. Herwiha yek jê sekvan, 9 mîlîtan hatin kuştin.

    Li gorî nûçeya ANHAyê li taxên Reqaya Kevin jî şer û pevçûn bi dijwarî didomin û di encamê de erebeyeke bombarkirî hat îmhakirin, 14 mîlîtan hatin kuştin, 3 mîlîtanan jî tevî çekên xwe, xwe radestî HSDê kirine.

    Herwiha di şer de 2 şervanên HSDê jî jiyana xwe ji dest dane û 3 şervan jî birîndar bûn.

    Bi heman mijarî:

    Şêneyên Reqa û Tabqayê li Kampa- El Keramê di nav zehmetiyê de ne
    HSDê rêya navbera Reqa û Tebqayê bidest xist
    Fermandarê Amerîkî: Operasyona Reqa û Mûsilê dibe ku 2 salan bajo
    Rêya di navbera Reqa û Minbicê ji terorîstan hate paqijkirin!
    Etîketan:
    kontrol, DAIŞ, HSD, Ajansa ANHA, Reqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de