13:46 26 Îlon 2017
Zindî
    YPG - Ocalan xwepêşandan

    Efrînî li dijî êrişên Tirkiyeyê meşiyan

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 8930

    Xelkê Efrînê li hemberî êrişa top û hawanan a Tirkiyeyê meşiyan. Di van çend rojên dawî de artêşa Tirkiyeyê herêma Efrînê dide ber top û hawanan.

    Xelkê herêma Efrînê ji bo nîşandana nerazîbûna li hemberî wê topbarana artêşa Tirkiyeyê xwepêşandanek li dar xistin.

    Partiya Yekîneyên Demokratîk (PYD) û partiyên hevpeymanên wê xwepêşandan organîze kirin. Li gorî zanyariyan ji Kobanî û herêma derdor welatiyên kurd ji bo ku tevlî xwepêşandanê bibin çûne Efrînê.

    Ev demeke ku topabarana Artêşa Tirkiyê û beşek ji hêzên Dijbereya Sûriyê bo ser devera Şehba dest pê kiriye û heya niha çend welatiyên sivîl bûne qurbanî.

    Li gorî îdîayên çapameniya Tirkiyê artêş aregehên YPG û PYDê bombebaran dike. Lê di topbaranê de xelkê sivîl dibin qurbanî.

    Bi heman mijarî:

    ‘Tirkiye li Efrînê bi Rûsyayê re li hev bike guhdariya Amerîkayê nake û dê operasyon bibe'
    Ji wezîrê tirk daxuyaniya Efrînê: Tirkiyeyê wê tiştê pêwist bike
    ‘Artêşa Tirkiyeyê bi çar aliyan ve dikeve Efrînê'
    Di êrişa Şehba û Efrînê de 4 sivîl birîndar bûn
    Tirkiye li ser Efrînê daxuyanî da
    Etîketan:
    Xwepêşandana xelkê Efrînê, Partiya Yekîneyên Demokratîk (PYD), Efrîn, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de