17:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Sivilên ku ji Reqayê direvin

    NY: Li Reqayê 173 sivîl mirin û 100 hezar kes jî ketin rewşeke xeter

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 17 0 0

    Netweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku di meha Hezîrana 2017an de, li Reqayê 173 welatiyên sivîl di encama êrîşên ser DAIŞê de jiyana xwe ji dest dane.

    Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeyd Raad El-Huseynî 29ê Hezîranê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku di heyama meha Hezîranê de ji ber êrîşên asmanî û operasyonên bejayî yên ku li ser DAIŞê li Reqayê hatine kirin, 173 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

    '100 HEZAR SIVÎL KETINE REWŞEKE XERAB'

    Zeyd Raad El-Huseynî bal kişand ser ku hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê êrîşên bejayî zêde kirine û di encama wan êrîşan de dora 100 hezar sivîl di rewşeke xerab de mane.

    Herwiha El-Huseyn ji ber rewşa sivîlên li Reqayê bang li hemû aliyan kir ku jiyana sivîlên li Reqayê nexin xetereyê.

     

    Bi heman mijarî:

    Simonyan: Me nedizanî ku Pentagon evqas newêrek e
    Konsulê nû yê Brîtanyayê li Hewlêrê dest bi kar kir
    Îranê ava ku diçe bajarên Kurdan qut kir
    HDPÊ pirsa Şêx Seîd û hevalên wî ji Serokwezîrê Tirkîyê kir
    Medya Iraqî: Wê Ebadî li Mûsilê axaftina serkeftinê bike
    Hikûmeta Tirkiyeyê bersiv da daxuyaniya YPGê
    Izvestiya: Nûnerên Amerîka û HSDê li ser Tebqayê li hev kirin
    Etîketan:
    Reqa, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de