12:46 25 Îlon 2017
Zindî
    Baregeha Tebqayê Şervanên HSD / YPGê

    Izvestiya: Nûnerên Amerîka û HSDê li ser Tebqayê li hev kirin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 18850

    Hat ragihandin, Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û leşkerên Amerîkayê ji bo bikaranîna baregeha Hewayî ya Tebqayê li hev kirin.

    Li gor nûçeya Izvestîyayê ku dispêre çavkanîyeke HSDê ‘Dê Amerîka navgînên xwe yên hewayî di baregeha Tebqayê ya Hewayî de bicih bike', lê çavkanîyên Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (Centcom) jî ji Izvestîyayê re bi şertê ku neyê eşkere kirin, cihê bicihkirina hêzên Amerîkî negotin.

    WEZARETA RÛSYAYÊ HEBÛNA LEŞKERÎ AMERÎKÎ PIŞTRAST KIR

    Li gor çavkanîya Izvestîyayê peymana bikaranîna baregeha Tebqayê bi beşdarîya nûnerên HSDê û Amerîkayê hatîye girêdan.

    Herwiha çavkanîyên Wezareta Berevanîya Rûsyayê jî piştrast kirin ku baregeha Tebqayê niha çalak e û leşkerên Amerîkî jî tê de hene.

    Artêşa Tirkiyeyê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    'AMERÎKA AMADEKARÎYA OPERASYONA SER SÛRÎYÊ DIKE'

    Rayedarekî parlamena Sûrîyê derbarê mijarê de bikaranîna Baregeha Hewayî ya Tebqayê ji alîyê Amerîkayê ve bal kişand ser ku îhtimal e Amerîka ji bo hilweşandina hikûmeta Sûrîyê amadekarîya operasyonekê dike.

    Rayedarekî Konseya Federasyona Rûsyayê ya baskê jorîn jî diyar kir, divê her çalakîya Amerîkayê bi şêwra seroktîya Sûrîyê were kirin.

    HSDÊ MEHA ADARÊ BAREGEHA TEBQAYÊ KONTROL KIRIBÛ

    HSDê Baregeha Hewayî ya Tebqayê li Adar a 2017an kontrol kiribû ku 45 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Reqayê. Baregeh ji Tebax a 2014an ve di destê DAIŞê de bû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Brett McGurk li Tebqayê bi fermandarên HSDê re hevdîtin pêk anî
    Tirkiye: Divê YPG li Efrînê nemîne
    Artêşa Iraqê mizgefta ku Bexdadî xelîfetiyê ragihand kontrol kir
    Wezîrê Parastinê yê Qeterê diçe Tirkiyeyê
    Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê: Ji Erdogan bo axaftinê daxwaza fermî hat
    Etîketan:
    Amerîka, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de