14:44 17 Kanûn 2017
Zindî
    El Nûsra - Fetîh El Şam / Sûriye

    YPGê girtîyên DAIŞê û muxalîfan efû kirin

    © AFP 2017/ KARAM AL-MASRI
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya hêzên Kurd pêşengîya wan dike, girtîyên DAIŞê û muxalîfên Sûrîyê efû kir.

    Hat ragihandin ku HSDê cezayê 150 DAIŞî û 7 endamên Artêşa Sûrîya Azad (ASA) efû kir û ew ji girtîgehan berdan. HSDê berdana DAIŞîyan û endamên ASAyê wekî nîyeta baş nirxand û da xuyakirin, bi hinceta ku ew kes beşdarî çalakîyên tundîyê nebûne û asta wan kêm e hatine berdan.

    Berî niha jî HSDê 83ê DAIŞî li Tebqayê serbest berda bûn. Li gor agahîyan 150 DAIŞî û 5 endamên ASAyê jî bi hinceta cejna Remezanê hatine berdan.

     

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ ‘pasaportên cinetê’ dide
    Ji ber referandûma Kurdistanê gef li kurdan têne xwarin
    Nûnerê muxalîfên Sûrîyê: Em ê bi her mudaxeleya Tirkîyê ya ser bakurê Sûrîyê kêfxweş bibin
    Amerîka: Piştî operasyona Reqayê jî em dê çekan bidin kurdan
    Balafirên koalîsyonê êrişî girtîgeha DAIŞê kirin: 57 mirî gelek jî birîndar
    Etîketan:
    ASA, DAIŞ, YPG, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de