13:25 21 Cotmeh 2017
Zindî
    Astana - Civînên Astanayê yên Sûriyeyê

    ‘Muxalîfên çekdar ên Sûrîyê dixwazin berê Astana-5ê li Enqerê bicivin’

    © REUTERS/ Mukhtar Kholdorbekov
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 2601

    Nûnerekî muxalîfên çekdar ên Sûrîyê da xuyakirin ku ew dixwazin berî civînên 4-5ê Tîrmehê yên Astana -5ê ku li ser aştîya Sûrîyê pêk tên, li paytexta Tirkiye Enqerê civîneke amadekarîyê saz bikin.

    Yek ji nûnerê muxalîfên çekdar ên Sûrîyê Fateh Hassun ji Spûtnîkê re got, "Ji bo amadekarina pêşnîyarên gera nû ya civînên Astanayê, nûnerên muxalîfan wek welatekî garantor pêşnîyar li Tirkîyê kir ku li Enqerê civînekê saz bikin."

    'HEVDÎTINA ENQERÊ BERÎ ASTANA-5Ê BI 2-3 ROJAN E'

    Hassun diyar kir, "Dê ev civîn berî çûyîna Astanayê bi 2-3 rojan bi nûnerên grubên ku diçin Astanayê re were kirin. Dê hevdîtin li ser kordînekirina herêmên ewlekarîyê yên Sûrîyê be."

    'EM HÎN BO ASTANAYÊ NEHATINE VEXWENDIN'

    Hassun herwiha da zanîn ku ew hîn ji bo beşdarbûna Astana-5ê nehatine vexwendin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ ‘pasaportên cinetê’ dide
    Ji ber referandûma Kurdistanê gef li kurdan têne xwarin
    Nûnerê muxalîfên Sûrîyê: Em ê bi her mudaxeleya Tirkîyê ya ser bakurê Sûrîyê kêfxweş bibin
    Amerîka: Piştî operasyona Reqayê jî em dê çekan bidin kurdan
    Tirkiye amadekariyên êrîşê çeperên YPGê yên li Efrînê dike
    HSDê 2 gundên din ên Reqayê kontrol kir
    Etîketan:
    Tirkiye, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de