18:32 20 Tebax 2017
Zindî
    Sivilên ku ji Reqayê direvin

    ‘Koalîsyon li Reqayê fosfora spî bikar tîne, sivîl dimirin’

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 2420

    Kesên ku ji Reqayê revîyane û birîndarên li nexweşxaneyan radigihînin ku Hêzên Hevpeymanîya Navdewletî ku digel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) operasyona Reqayê dimeşînin, ji ber bikaranîna fosforas spî di bombardimanê de dibin sedema kuştina sivîlan.

    Jineke birîndar ku ji Reqayê anîne li nexweşxaneya Qamişloyê razandine ji Russia Today re da xuyakirin ku hevpeymanî bi awayekî rasthatî bombardimanê dike.

    Wê jinê got: "Dema hûn li mala xwe rûniştî bin, dibe ku bombe bi ser we de bikeve. Gelek kes dibin kavilên xaniyên xwe de man, nekarîn derkevin derve. Ev hemû di encama êrîşên hewayî yên koalîsyonê de çêbûn."

    Jina Reqayî diyar kir ku balafir bi awayekî rasthatî bombeyan davêjin û fosfora spî bikar tînin û got, ‘Milîtanên DAIŞê terka bajêr kirin. Tevî ku dibînin DAIŞ mayînan dideyne jî çima balafiran bikar tînin? Mirov beredayî dimirin û ti kesek alîkarîyê nake."

    Zarokeke ku hîn şoka şer ji ser xwe neavêtiye jî got, "Berê derdora mayînan îşaret dikirin. Lê êdî DAIŞ mayînan bişev dideyne û de xelk derdikeve derve pêl wan dike û teqîn çêdibin."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Mêrdînê êrîşa çekdarî: Bav û keça xwe can dan
    Ji YNK û Goranê daxuyanîya referandûmê: 3 biryar hatin eşkerekirin
    Erdogan: Em nahêlin PYD dewletê ava bike
    Suryanî dozê li diyaneta Tirkiyê vedikin
    Dadgehê li ser cezayê Messî biryar da
    Dadgeha Stenbolê biryara Nazli Ilicak û Altanan da
    Serokê Partiya Tirkmenan: Tirkmen piştgirîya referandûmê dikin
    IOM: 2 hezar 848 penaber di rêwîtîyê de mirin
    Etîketan:
    Reqa, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de