10:33 19 Tebax 2017
Zindî
    Reqqa

    ‘Reqqa heta 3 mehan azad dibe’

    © AFP 2017/ Raqa Media Center
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 7810

    Berdevkê Tevgera Siberoja Sûrîyê ya muxalefetê Munzer Akbîk da xuyakirin ku tê pêşbînîkirin operasyona rizgarkirina Reqqayê ji destê DAIŞê heta 3 mehan bidawî bibe.

    Akbîk ku ji bo hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hatiye Moskowê ji Spûtnîkê re axivî.

    Akbîk diyar kir ku hêzên wan ên taybet di operasyona rizgarkirina Reqqayê de cî digirin û li nav bajarê Reqqayê çeperên li herêmên rojhilat kontrol kirine û got, "Bajar herî dereng di nav 3 mehan de dê azad bibe."

    Berdevkê Tevgera Siberoja Sûrîyê Akbîk destnîşan kir ku hêzên wan bi hikûmeta Sûrîyê re şer nakin û niha tenê hewil didin Sûrîyê ji terorîstan paqij bikin.

    Akbîk ji bo pêkanîna agirbestê pêwîstîya navbeynkarîya welatên sêyemîn ê bêlayan anî ziman û got, "Pêdivîya me bi hizrên nû heye. Wek mînak, divê em hewil bidin ku welatên mîna Endonezya ku bi temamî bêalî ne li herêmên ewlekarîya leşkerî cî bistînin."

     

    Bi heman mijarî:

    Baydemir: Demirtaş bi fermana Wezareta Dadê ya 'nepen' hat girtin
    Wê hemwelatîyên derveyî welat jî deng bidin referandûma serxwebûnê
    YEyê biryara dirêjkirina dema toleyên ser Rûsyayê da
    Lavrov: Her ku diçe îtibara nûnerên muxalefeta derve ya Sûrîyê namîne
    Serokwezîrê Iraqê Ebadî: Di nav çend rojan de rizgarkirina Mûsilê tê ragihandin
    Serokwezîrê Herêma Kurdistanê çû serdana Celal Talabanî
    Serlêdana ‘Komkûjiya Êzidiyan’ li Dîwana Dadê ya Laheyê hat qebûlkirin
    Etîketan:
    Reqqa, Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de