09:44 21 Tebax 2017
Zindî
    Balafira şer a Su-22

    Parlamentarê Sûrî: Pîlotê balafirê hat rizgarkirin, dê bersiv bê dayîn

    © Sputnik/ Iliya Pitalev
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 3932

    Parlamentarê Sûrîyê Ammar el Esad ragihand ku pîlotê balafira ji alîyê hêzên hevpeymanîya navnedewletî ve hatiye xistin li cihekî bi ewle ye.

    ‘PÎLOT RIZGAR BÛ, METIRSÎYA WÎ YA JIYANÊ NÎNE'

    El Esad ji Spûtnîkê re diyar kir: "Bi saya teknolojîya pêşketî me cihê ku balafir ketiye tesbît kir. Ev herêmeke di bin kontrola terorîstan de ye. Operasyona hêzên Sûrîyê ya rizgarkirinê bi awayekî serkeftî birêve çû. Pîlot hat rizgarkirin û ti metirsîyeke wî ya jiyanê tune ye."

    ‘WÊ ARTEŞA SÛRÎYÊ BI ÊRÎŞÊN ZÊDETIR BERSIVÊ BIDE'

    Parlamentarê Sûrî di berdewamê de wiha axivî: "Dê arteşa Sûrîyê bersiva xistina balafirê bi êrîşên zêde yên ser çeperên milîtanan bide ku ew herêm dibin kontrola rêveberîya Amerîkayê de ne. Dê sînorê Sûrîye-Iraqê were bihêzkirin û rêyên lojîstîkê yên terorîstan ku ji Deyr ez Zorê ber bi Urdunê ve diçin, werin birîn."

     

    Bi heman mijarî:

    Dibe ku opozîsyona Sûrîyê di serdema veguhêz de mayîna Esad qebûl bike
    Şandeya NYê bo referandûmê serdana Herêma Kurdistanê kir
    'Ji bo bihêzkirina hebûna xwe yê li Sûriyeyê ya Amerîkayê derqanûnî ye'
    Bi wesayîta bombebarakirî êrişî avahiya hikûmetê kirin: 10 kuştî 20 kes jî birîndar bûn
    ‘Rûsya ji çalakiyên koalîsyonê yên li Sûriyeyê bifikar e'
    Wesayîta polîsan li wesayîta sivîl qelîbî: 5 sivîlan can dan
    Etîketan:
    Sûrîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de