22:18 28 Hezîran 2017
Zindî
    Kazakistan - Astana

    Delegasyona Şamê piştrastkir ku beşdarî hevdîtinên li Astanayê dibin

    © AFP 2017/ Kirill KUDRYAVTSEV
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 612

    Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov ragihand ku delegasyona Şamê piştrastkiriye ku beşdarî hevdîtinên Astanayê ku tê plankirin di 4-5ê Tîrmehê de pê were bibin.

    Bogdanov bersiva pirsên rojnamegeran da û diyar kir ku delegasyona hikûmeta Sûriyeyê piştrastkiriye ku beşdarî hevdîtinên li Astanayê dibin. Rûsya, Tirkiye, Îran û Kazakîstanê eşkere kirin ku bo hevdîtinan amadene. Delegasyona hikûmeta Sûriyeyê jî tê Astanayê.

    Serokê Şaxa Çapameniya Wezareta Karên Derve yê Kazakîstanê Anuar Jaynakov destnîşan kiribû ku dûra nû ya hevdîtinin Sûriyeyê ya li Astanayê di 4-5ê Tîrmehê de dê pêk were.

    Ji aliyê din ve Bogdanov radihand ku li benda teyîdkirina beşdarbûna dijberiya Sûriyeyê ne û difikirin di demekê kin de dê bersivê bistînin.

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Derve ya Rûsyayê tarîxa civînên Astanayê piştrast kir
    Wezareta Derve ya Kazakistanê: Hevdîtinên Astanayê hat paşxistin
    Lavrov: Em ê dê xebatên xwe yên Cenevre û Astanayê bi hev re bikin
    Gera nû ya civînên Astanayê li 12-13ê Hezîranê ye
    Ji bo hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê hemû alî gihîştin Astanayê
    Muxalifên çekdar ên sûriyeyî li Astanayê ne
    Etîketan:
    hevdîtin, Mihaîl Bogdanov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de