09:44 21 Tebax 2017
Zindî
    Balafira Amerîkayê

    Amerîka li Sûriyeyê balafira ku Îranê çêkiriye xist

    © AFP 2017/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 4440

    Çapameniya Amerîkayê ragihand ku balafira şer F-15ê ya Amerîkayê li nêzî el Tanfê ya Sûriyeyê navgîna hewayî ya bêmirov (NHB) ku Îranê çêkiriye û piştgirî dide hikûmeta Sûriyeyê, xistiye.

    Koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike bi daxuyaniyeke diyar kir ku NHB yeke alîgirê rejime ku bi ser hêzên koalîsyonê ve difiriya li başûrê welêt hatiye xistin.

    Li gorî nûçeya CNNê jî NHB ya ku Îranê çêkiriye li nêzî el Tanfê ‘bi hinceta bo hêzên koalîsyonê wek tehdît hatiye dîtin ji aliyê balafira şer F-15ê ya Amerîkayê ve hatiye xistin.

    Balafira şer a Amerîkayê di 18ê Hezîranê de li nêzî bajarê Tebqayê balafira şer Su-22ê ya Sûriyeyê xistibû.

    Koalîsyonê eşkere kiribû ku balafira Sûriyeyê êrişî hêzên HSDê kiriye û di çerçoveya ‘parastina kolektîf' de xistine.

    Piştî bûyerê Rûsyayê hevkariya xwe yê bi Amerîkayê re di çerçoveya memorandûma berî girtina qezayên li qada hewayî ya Sûriyeyê dabû rawestandin.

    Bi heman mijarî:

    Li Kubayê balafir ket
    Balafir li çiya qelibî: 6 mirî
    Li bajarê Samsunê yê Tirkiyeyê balafir ket xwarê
    'Balafir kevin bû, bi ihtimaleke mezin ji ber xerabûneke teknîkî ketiye'
    Li Awistiralyayê balafir ket
    Etîketan:
    xistin, NHB, CNN, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de