11:08 24 Cotmeh 2017
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Artêşa Sûriyeyê kontrola bajarok Rûsafa û 20 gundên nêzî Reqayê bi dest xist

    © Sputnik/ Morad Saeed
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 2021

    Hate ragihandin ku Artêşa Sûriyeyê kontrola bajaroka Rûsafa ya kevnare û 20 gundên nêzî Reqayê ku wek paytexta DAIŞê tê zanîn bi dest xistine.

    Çavkaniyekî sûrî ji Sputnikê re diyar kir ku kontrola bajaroka Rûsafayê ku 30 kîlometro dikeve başûrê rojavayê Reqayê û 20 gundan bi dest xistine.

    ‘SERKIRDEYÊN DAIŞê HATIN KUŞTIN'

    Çavkaniyê eşkere kir di dema operasyonên di çerçoveya korîdorek bo Dêra Zorê ji başûrê Reqayê ve de serkirdeyên DAIŞê yên ji Çeçenîstanê, Tûnûs, Lîbya, Erebistana Siûdî û Iraqê hatin, hatine kuştin.

    ‘BI SEDAN MÎLÎTAN, 11 TANK, 6 NAVGÎNÊN BIZIRX HATIN ÎMXAKIRIN'

    Ji aliyê di ve çavkaniyê destnîşan kir ku bi sedan mîlîtanên DAIŞê, 11 tank, 6 navgînên bizirx, 10 topavêj û ji 200an zêdetir wesayît îmxa kirine.

    Bajaroja Rûsafayê ku 160 kîlometro dûrî Palmîrayê ye, ji aliyê stratejik ve gelek girînge. Li bajêr gelek bermahiyên dîroî hene.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê kontrola bajaroka nêzî Reqayê bi dest xist
    HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin
    Artêşa Sûriyeyê biryara agirbestê li Derayê da
    Artêşa Sûriyeyê gihîşte herêma Tanfê ya sînorê Iraqê
    Rûsya: Artêşa Sûriyeyê kontrola sînorê Urdunê bidestxist
    Etîketan:
    DAIŞ, kontrol, bajarok, Sputnik, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de