09:43 21 Tebax 2017
Zindî
    Milîtanên ASAyê

    Li El Babê teqîn: 2 fermandar can dan 12 kes jî birîndar bûn

    © Foto: AA/ Majd Halabi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 8250

    Li bajarê El Babê bombeya destan avêtin fermangaha Tumenê ya Siltan Murat ku girêdayê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA)di encamê de jî de 2 fermandar can dan, 12 şervanên rêxistinê birîndar bûn.

    Li gorî agahiyên ku ji rayedarên ASAyê hatin bidestxistin li bajarê El Babê ku ASAyê bi piştgiriya Tirkiyeyê ji DAIŞê kontrol kir, îro di saetên nîvro de hin kesan bombe avêtin civîna kul i fermangeha rêxistina Siltan Mirad. Hate ragihandin ku di encama êrişa bombeyî de du fermandarên bi navê Ebû Hîlal el Hûmûsî û Ebû Omer el Nemr jiyana xwe ji dest dan, 12 şervanên rêxistinê jî giran birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajarê Kilisê ya Tirkiyeyê. Hate eşkerekirin ku rewşa hin birîndaran xedar e.

    Tê payîn ku êrîşê mîlîtanên DAIŞê yên xwe li nav ASAyê de veşartibin pêk anîtibin, ji ber vê yekê li bajêr tevdîrên ewlehiyê hatin zêdekirin.

    Hêzên ASAyê û Artêşa Tirkiyeyê di 23ê Sibata 2017an de piştî şerên dijar El Babê ji rêxistina DAIŞê rizgar kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Li El Babê teqîn: 3 mirî 4 jî birîndar
    Endamekî PKD-Sê: Em dixwazin herêma Kurdistanê piştgiriyê bide kurdên EL Babê
    Li El Babê 4 leşkerên tirk birîndar bûn
    Rêzan Hido: Tirkiye li Ezaz û el Babê baregeh ava kirin
    Etîketan:
    mirî, fermandar, teqîn, DAIŞ, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de