09:19 23 Tebax 2017
Zindî
    hsd-qsd-hsdê

    Di encama şerê du rojan de cesedê 76 milîtanî kete destê çekdarên kurd

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 11250

    Li gorî çavkaniyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di encama şerê du rojan ê li rojhilatê Reqqayê de terme 76 terorÎstan ketin destê çekdarên kurd.

    Milîtanên rêxistina terorîst ên DAIŞê êrişî taxên Betanî û El Berîd ê li rojhilatê bajarê Reqqayê kirin û piştî êrişê şer û pevçûnên dijwar qewimîn. Êrîşên li herdu taxan jî di seetên êvarî de di encama berxwedana çekdarên HSDê de hat şikandin.

    Herwiha çavkaniyên HSDê diyar kirin ku di şerê li taxa Betanî ya rojhilatê Reqqayê de 76 êrîşkar hatin kuştin û termê wan hemûyan ketin destê çekdarên kurd. Li taxa El-Berîd a rojavayê bajar jî ev bû 2 roj in şerê dijwar hebû. Di van kêliyan de êrişa terorîstan bi temamî hat şikandin.

    Li gorî agahiyan di şerê 2 rojan de gelek milîtanên terorîst hatine kuştin, lê hejmareke zelal nehat bidestxistin. Hat hînbûn ku di şerê 2 rojan de 4 çekdarên HSDê jiyana xwe ji dest dane.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li rojavayê Reqqayê şer û pevçûnên dijwar diqewimin: 22 milîtan hatin kuştin
    Piştî şerê 4 rojan taxa Sinaa ya Reqqayê hat kontrolkirin
    Li Reqqayê şer dijwar dibe: 38 kuştî
    Îdiaya kuştina Bexdadî li Reqqayê
    Fermandara HSDê: Di dema herî kinde em ê Reqqayê rizgar bikin
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hêza Sûreyiyeya Demokratîk (HSD), Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de