09:19 23 Tebax 2017
Zindî
    jinên kurd-ypg-ypj

    Li taxên başûrê bajêr şer giran e, 16 milîtan hatin kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10510

    Li taxên başûrê bajarê Reqqayê her diçe şer û pevçûn dijwar dibe. Di şer û pevçûnên 24 seetên dawî de heta niha 116 milîtanên terorîst hatin kuştin.

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê kete roja 14emîn û li taxên başûrê bajarê Reqqayê her diçe şer û pevçûn dijwar dibe. Di şer û pevçûnên 24 seetên dawî de heta niha 116 milîtanên terorîst hatin kuştin. Li başurê Reqqayê şervanan depoyek cebilxaneya çeteyan desteser kir.

    Milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞ êrişî taxên Betanî (El-Beyatra) û El-Berîd kirin. Li ser bersivdayîna çekdaran HSDê de li herdu taxan şerê giran derket. Şer heta van kêliyan berê sibehê jî dewam dikir. Li gorî zanyariyên berdest, li herdu taxan herî kêm 16 milîtanên terorîst hatine kuştin û termê 4 DAIŞiyan ketiye destê çekdarên HSDê.

    Ji xeyrî rojhilat û rojava, şervanên QSDê ji milê başûrê bajar jî pêşdeçûna xwe ya ber bi navenda Reqqa didomînin. Ev şev û rojeke li vî milî şer diqewime.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Di nava 12 rojan de 4 tax hatin kontrokirin û 312 DAIŞî hatin kuştin
    Fermandarê HSD: Pêşveçûna me ya li Reqayê dewam dike
    HSD: Dibe ku Reqa ji dema pêşbînkirî zûtir bikeve
    HSD gihîşt nav Reqqayê
    HSD li Eyn Îsayê civîna çapemenîyê li dar dixe
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hêza Sûreyiyeya Demokratîk (HSD), Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de