09:43 21 Tebax 2017
Zindî
    Balafir

    Koalîsyona Amerîkayê ji bo çekdarên HSDê balafira leşkerî ya Sûriyeyê avêt

    © Sputnik/ Dmitriy Vinogradov
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 10951

    Koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike li bajarokê El-Resafe yê Reqqayê balafireke leşkerî ya aîdî artêşa Sûriyeyê avêt.

    Li gorî daxuyaniya ajansa fermî ya nûçeyan a SANAya Sûriyeyê ku dispêre Wezareta Parastin a Sûriyeyê ragihand ku koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike balafireke leşkerî li rojavayê bajarê Reqqayê avêt.

    Wezareta Parastin a Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafira wan a leşkerî li taxa El- Resafê hatiye avêtin. Hêzên Sûriyeyê ji aliyê rojavayê Reqqayê şerê DAIŞê dikin û heta niha bajarokê El-Îsawî ji terorîstên DAIŞê kontrolkirine.

    KOALÎSYON: JI BO KU ÊRIŞÎ HSDÊ KIR ME AVÊT

    Koalîsyona navneteweyî jî di daxuyaniya xwe de ragihand ku wan balafireke leşkerî ya bi modela Su-22 a artêşa Sûriyeyê avêtine. Li gorî daxuyaniya koalîyonê ji bo ku balafira Sûriyeyê li başûrê navçeya Tebqa yê Reqqayê êrişî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) kir bi balafirên amerîkî yên F/A18 Super Hornet li gorî seeta herêmî di 18.43an de hat avêtin.

    Bi heman mijarî:

    ENKS: Kurd qebûl nakin Sûriye wek dewleteke ereb û misilman bê nasîn
    Sûriye: Şerê kurda ya li dijî DAIŞê rewa ye
    Dibe plana herêma bê şer ya Sûriye yê nû ji ber YPGê pêk neyê
    Erdogan: Ew nezanên li Bakûrê Sûriye dê tu caran nikaribin dewletekê ava bikin
    Amerîka: Em ji êrîşên Tirkiyê yên ser Sûriye û Iraqê gelekî bifikar in
    Etîketan:
    Koalîsyona navnetweyî li balafireke artêşa Sûriyeyê avêt, Wezareta Parastin a Sûriyeyê, Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, Tebqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de