09:42 21 Tebax 2017
Zindî
    Reqa-HSD-YPG

    HSD: Di nava 12 rojan de 4 tax hatin kontrokirin û 312 DAIŞî hatin kuştin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 32370

    Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) bilançoya xwe ya 12 rojan eşkere kir û ragihand ku di wan rojan de 4 taxên Reqqayê hatin kontrolkirin û 312 terorîstên DAIŞî hatin kuştin.

    Li gor daxuyaniya fermandarê HSDê Omer Hewlêrî di çarçoveya operasyona Reqqayê ya di nava 12 rojan de, li rojhilat û rojavayê Reqqayê 4 taxên bi navê El Meşleb, El Sibahiyê, El Romaniyê û El Sînaa hatine kontrolkirin. Ji xeyrî 4 taxan, herwiha qada El Cezre, Kelha Hirqil a dîrokî, Firqeya 17em, Kargeha Şekir û gundê Sihêl ku bi 7 kîlometroyan dikeve başûrê rojavayê Reqayê, kontrol kirine.

    Di daxuyaniya fermandariya HSDê de hat gotin ku di encamên şerên 12 rojan yên operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê de 312 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û termên 39 çekdarên kuştî û 7 dîlên DAIŞê, di destê wan de mane.

    Weke din HSDê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku 15 şervanên wan di şerê li dijî DAIŞê de, li nava bajarê Reqayê jiyana xwe ji dest dane û 21 şervan jî birîndar bûne.

    Bi heman mijarî:

    Fermandarê HSD: Pêşveçûna me ya li Reqayê dewam dike
    HSD: Dibe ku Reqa ji dema pêşbînkirî zûtir bikeve
    HSD gihîşt nav Reqqayê
    HSD li Eyn Îsayê civîna çapemenîyê li dar dixe
    HSD: Tenê 3 kîlometro mane ku em bikevin Reqayê
    HSD: Êrişa DAIŞê hat şikandin û 23 terorîst hatin kuştin
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqayê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Fermandarê HSDê, Omer Hewlêrî, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de