11:52 27 Nîsan 2018
    Hevserokê PYD Salih Muslim

    Muslim: Ji ber tifaqa Îran, Qetar û Tirkiyeyê gelek xortên kurd hatine kuştin

    © AFP 2018 / BERTRAND LANGLOIS
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 60

    Hevserokê PYDê Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya rojnameyê de ragihand ku hevpeymaniya Îran, Qetar û Tirkiyeyê bûye sedema kuştina gelek civanên kurd.

    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya ligel rojnameya fermî ya Erebistana Siûdiyê êriş bire ser Îranê û ragihand ku ti pêwendiyên wan ligel Îranê tine û ew jî weke rêjîma Sûriyê dijayetiya kurdan dike.

    Hevserokê PYDê Muslim yekem car e di medyaya Erebistana Siûdiyê de bi berfirehî behsa siyaseta partiya xwe dike. Mislim di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Ji ber hevpeymaniya navbera Qeter, Îran û Tirkiyê ew di nav axa xwe de rastî êrişan hatine û bi hezaran keç û xortên kurd hatine kuştin."

    Muslim di dirêjiya hevpeyvîna xwe de ragihand ku li Rojava gelek kesayetî û eşîrên ereb di nava Rêvebiriya Xweser de cih digrin û ev eşîr jî ji aliyê xizmatiyê ve nêzîkî Erebistana Siûdiyê ne û ew şanaziyê jî bi wan dikin.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka vîze neda Salih Mislim
    Salih Mislim: ‘Divê kurd şaşiyên berê nekin û bibin yekdeng'
    Îdîanameya teqîna Enqereyê ku Salih Mislim jî bersûc e hat amadekirin
    Salih Mislim dê li parlamentoya Brîtanyayê axaftinek bike
    Mislim: Operasyonan nehişt ku Sûriya bibe beşek ji Împeratoriya Osmanî ya nû
    Etîketan:
    Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Muslim, Rojava, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de