04:34 16 Kanûn 2017
Zindî
    Tankên artêşa Tirkiyeyê yên li El Babê

    ‘Tirkiye dixwaze li bakurê Sûriyeyê çi bike?'

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 51

    Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir Tirkiye dixwaze pêşî li rizgarkirina Reqayê bigire û hewl dide ku li herêma Şehbayê xwe bicih bike.

    Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed bi sernavê "Li Şehbayê çi diqewime" ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî re gotarek nivîsand û planên Tirkiyeyê yên li herêmê nirxand.

    ‘TIRKIYE Û DAIŞê LI BAB Û CERABLÛSÊ LI HEV KIRIN'

    "Di demekê de ku pêngava rizgarkirina Reqayê bi rengekî serketî dewam dike û bajar kolan bi kolan ji terorîstan tê paqijkirin li herêma Şehbayê hewl tê dayin li dijî ereb û kurdan projeya xalîkirina etnîkî bi cih were anîn. Li ser Bab û Cerablûsê di navbera Tirkiye û DAIŞê de bazareke kûr hate kirin. Di encamê de DAIŞê xwe ji van cihan vekişand û radestî Tirkiyeyê kir. Ji wê rojê û vir ve qirkirina çandî û etnîkî ya li ser gelên li vê herêmê, bi rengekî rêk û pêk dewam dike. Tirkiye heman polîtîka niha li hemberî Şehbayê dimeşîne. Li dibistanên li van deran perwerdeya bi Tirkî tê dayin û dîroka Tirkan hînî zarokan dikin. Gelê herêmê ji cih û warên xwe tê derxistin, Tirkmenên ji derve tên anîn li vê derê tên bicihkirin."

    ‘DIBÊJE KONTROLKIRINA BABÊ PÊŞÎGIRTINA KORÎDORA KURDAN E'

    Ehmed got: "Ji aliyekî ve dibêje kontrolkirina Babê ji bo pêşîgirtina li korîdora kurdan hatiye kirin û bi vî awayî pêşkêşî Îranê û rejîmê dike. Li aliyê din jî dibêje, ev yek ji bo pêşîgirtina li projeya Şîa hatiye kirin û pêşkêşî hin hêzên herêmî û navneteweyî dike. Bi vî rengî hewl dide her kesî razî bike û li herêmê xwe bicih bike."

    ‘JI BO TIRKKIRINA VAN HERÊMAN LI GORÎ PLANÊN TIRKIYEYÊ TEVDIGERIN'

    Îlham Ehmed wiha pê de çû: "Komên li Şehbayê ne, yekser bi îstîxbarta Tirk MÎTê ve girêdayî ne. Li gorî planên Tirkiyeyê tevdigerin. Ji bo tirkkirina van herêman, firsenda bi destê wan ve ketine bi kar tînin û hewl didin heman zextê li ser Minbicê jî bikin. Hewl didin bi dijwarbûna êrîşan re pêşî li pêngava rizgarkirina Reqayê bigirin.

    Ji xwe rizgarkirina Reqayê wê hem bibe destketiyeke mezin ji bo gelên Sûriyeyê, hem jî ji bo tevahiya mirovahiyê bibe îspat û garantiya qedandina terorîzmê. Ev rastî hêzên ku ji DAIŞê sûdê werdigirin û naxwazin biqede, gelekî aciz dike."

    ‘LAZIM E EŞKERE BIKIN KU KÎ PAQIJIYA ETNÎKÎ DIKE'

    Ehmet di gotara xwe bangî saziyên mirovên navneteweyî ku û got: "Pêwîste saziyên mafên mirovan ên navneteweyî bên herêmê û lêkolînan bikin. Lazim e eşkere bikin ku kî paqijiya etnîkî dike. Ev yek di heman demê de berpirsyariyeke exlaqî ya saziyên mafên mirovan e. Bêdengiya li pêşberî komkujiyên li Şehbayê di heman demê de hevkariya van komkujiyan û şirîkatiya paqijiya etnîkî ye."

    Bi heman mijarî:

    4 endamên Artêşa Azad bo tedawiyê birin Tirkiyeyê
    Artêşa Tirkiyeyê derbasî nav sînorên Amûdê bû
    Artêşa Tirkiyeyê: bi dehan navgînên bombebarkirî û xwekuj li Babê hatin tespîtkirin
    Artêşa Tirkiyeyê Til Rifatê bombebaran dike
    YPG: Artêşa Tirkiyeyê êriş kir, kuştî û birîndar hene!
    Etîketan:
    plan, gotar, Îlham Ehmed, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de