22:47 12 Kanûn 2017
Zindî
    Reqa-HSD-YPG

    YPG: Dibe operasyona Reqayê bi mehan dewam bike

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 60

    Operasyona kontrol kirina bajarê Reqayê dewam dike. Hate ragihandin ku DAIŞê berxwedaneke cidî li bajêr dide. Berdevkê YPGê Nurî Mehmûd ji Sputnikê re axivî û diyar kir ku kontrol kirina Reqayê dibe bi mehan dewam bike.

    Hikmet Durgun

    Berdekê Yekîneya Parastin a Gel (YPG) Nurî Mehmûd eşkere kir ku operasyona kontrol kirina Reqayê li gorî planan dimeşe û pêşveçûna Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk tê, li bajêr dewam dike.

    ‘EM KETIN TAXÊN REQAYÊ'

    Mehmûd got: "Gelek gundên li herêma Mansûrê û rojavayê Firatê hatin kontrol kirin. Pêşveçûn heye. HSDê ji rojhilat ve ketiye taxa Sînaa yê, li bakurê bajêr jî febrîqeya şekirê kontrol kir. Li rojava jî taxa Mamanî kontrol kiriye. Niha jî ketine taxa Derîe yê."

    ‘HÊJ NEKETINE NAVENDA BAJÊR'

    "HSDê hêj negihîştiye navenda bajêr. Çiqasê Reqayê ji DAIŞê hatiye kontrolkirin, ez niha nikarim bibêjim, tenê vê yekê dikarim bibêjim em ketine taxên Reqayê. Rizgarkirina Reqayê dibe bi mehan dewam bike; lewre em texmîn dikin ku DAIŞ berxwe bide."

    ‘ME 3 MEH BERÊ CEPHEYEK BERFIREH LI DIJÎ DAIŞê DA VEKIRIN'

    Mehmûd destnîşan kir ku 3 meh berê cepheyeke berfireh li dijî DAIŞê dane vekirin û wiha pê de çû: "Cepheya ku me 3 meh berê li dijî DAIŞê vekir gelek berfireh bû. Hemû hêzên me liv ê cepheye şer dikirin. Hêzên me yên ku niha li Reqayê şer dikin, berê di operasyonên kotrolkirina herêmên din şer kirin. Ji ber ku şervanên me yên profesyonel hene û me bi cangorî li dijî DAIŞê şer kir, DAIŞ di demeke wiha kin de derbeyên mezin xwar û gelek herêm kontrol kir."

     

    نووری مه‌حموود، به‌رده‌ڤکێ.
    © Foto:
    نووری مه‌حموود، به‌رده‌ڤکێ.

    ‘DAIŞê AMADEKARÎ BO REQAYÊ KU WEKÊ PAYTEXTA XWE DIBÎNE KIRIBÛ'

    "DAIŞê amadekarî bo şerê Reqayê ku wekê paytexta xwe dibine, kiribû. Tûnel kolane, mayin û dafikên ji bombeye vedane. Wesayîtên bombebarkirî amade kiribûn. Lê şervanên me yên profesyonel bi hezaran kîlometro erd ji DAIŞê rizgar kir û li Reqayê jî di demeke kin de pêşveçûn.

    ‘DEMA DAIŞê XÎLAFETA XWE LI REQAYÊ RAGIHAND ÊRIŞÊN XWE YÊN LI IRAQÊ Û SÛRIYEYÊ ZÊDE KIR'

    Mehmûd bibîrxist ku Reqa bo rêxistina DAIŞê gelek girîng e û ji vir xîlafeta xwe jî ragihandibû û got: "Dema DAIŞê xîlefeta xwe li Reqayê ragihand, êrişên xwe yên li Iraqê û Sûriyeyê jî zêde kir. Bajarê Mûsilê piştî Bexdayê bajarê herî mezin a Iraqê ye. Ji aliyê stratejik û leşkerî ve jî gelek girîng e. Dema ku rêxistinê xîlafetê ragihand li Iraqê û Sûriyeyê gelek berfireh bû."

    ‘YPG HÊZA HERÎ EWIL E KU DAIŞê TÊKBIR'

    Mehmûdî teqez kir ku têkoşîna YPGê li Kobaniyê kir, bû xaleke giring di têkoşîna li dijî DAIŞê da: "Dema DAIŞê êrişî Kobaneyê kir rastî berxwedaneke bêhempa hat û têk çû. YPG hêza ewil e ku DAIŞê têkbir. YPGê li Kobaneyê DAIŞê têkbir.

    Bi heman mijarî:

    YPG: 'Di êrîşên artêşa tirk de 2 leşker hatin kuştin'
    Li Washingtonê bo YPG bûyerên tund qewimîn
    Erdogan: Pêdivî bi YPG û PYDê tune ye
    YPG ji bo alîkariya çekan: Biryareke dîrokî ye
    Muslîm: Polîsên alman alayên YPG û YPJ qedexe kirine lê kes dengê xwe nake
    Etîketan:
    şervan, operasyon, DAIŞ, YPG, Sputnik, Nurî Mehmûd, Reqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de