03:40 14 Kanûn 2017
Zindî
    Firin

    Piştî 4 salan el Selam hat vekirin

    © Sputnik/ Valery Melnikov
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 21

    Li gorî zanyariyên berdest, Komîteya Zimhêrê ya taxa Şêxmêqsûd û Eşrefiyê ji bo pêwistiya xelkên Helebê firina el Selam vekirin.

    Wek tê zanîn berî ku şer li taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê dijwar bibe zêdetirî 24 firin li wan taxan dixebitîn. Şerê dijwar ên li her du taxan bû sedema ku ji 24 firinan tenê yek firin bimîne. Xelkên her du taxan êdî şûna 24 firinan li ser yek firine pêwistiya xwe bi cih tînin.

    Piştî ku herêm ji kontrola hêzên çekdar hat deranîn xelkên taxa Eşrefiyê Benî Zêd vegeriyan warê xwe. Bi vegera gel re pêdiviya şêniyan ya nan zêdetir bû û Komîteya Zimhêrê firina El-Selam ku ev bûye 4 sal nexebitiye temîr kirin, alavên wê yên wenda bibûn temam kirin û firin xistin xizmeta gel.

    Li gorî agahiyên berdest, 8 xebatkarê firina el Selam hene û ji seet 21:00ê şevê heyanî 06:00ê sibehê dixebitin. Tonek erd dipijin û hezar û 200 rebteyên nan derdixin. Her rebteyeke nan jî 12 nane û bi 100 lîreyê Sûriyê tê firotin.

    Bi heman mijarî:

    Pentagonê êrişa kompleksa camiya Helebê qebûl kir
    Li Helebê êrişa bombeyî: 6 kuştî û 32 birîndar
    Li Helebê li dijî sivîlan êrîş: 70 mirî, 130 birîndar
    'Çekên li Xan Şeyxûnê hatine bikaranîn, berî niha li dijî kurdên Helebê hatibûn bikaranîn'
    Artêşa Sûriyeyê li Helebê baregehên veşartî yên milîtanan bi dest xistin
    Etîketan:
    Piştî 4 salan firina el Selam vebû, Sûriye, Heleb
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de