10:34 19 Tebax 2017
Zindî
    Operasyona YPG`ê

    Li Reqayê şerê dijwar rû dide

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 3271

    Operasyona rizgarkirina Reqayê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Hate ragihandin ku li taxên Hattîn û Sînaa yên ku şervanên HSDê vê sibê ketin taxan, şerên dijwar rû didin.

    Şerê ku piştî nîvroyê li taxa Sînnaa ya dikeve eniya Rojhilatê Reqayê destpê kiribû, bi hemû dijwariya xwe dewam dike.

    Hate eşkerekirin ku di şer de 2 mîlîtanên DAIŞê hatine kuştin. Lê ji ber dijwariya şer encamên zelal nehatin bidestxistin.

    Herwiha hate diyarkirin ku şervanên Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) ku pêşengiya wê YPG dike, di saetên êvarê de wesayîteke bombebarkirî ya DAIŞê li taxa El-Meşlebê îmxa kirine.

    Bi heman mijarî:

    Şerê li Reqayê dewam dike: HSDê wesayîteke bombebarkirî ya DAIŞê îmxa kir
    Berdevkê HSDê bersiva pirsên li ser operasyona Reqayê da
    Koalîsyona Navdewletî di derbarê destpêkirina operasyona Reqayê de daxuyanî da
    Yildirim: Operasyona Reqayê 2ê Hezîranê de dest pê kir
    10 hezar sivîl Reqayê terikandin
    Etîketan:
    DAIŞ, dijwar, şer, HSD, Reqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de