05:05 20 Tebax 2017
Zindî
    Reqqa

    Çekdarên HSDê ketin taxa Hitîn û Senaeyê

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 3770

    Li gorî çavkaniyên herêmî çekdarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ketin taxa Hitîn û Senae ya bajarê Reqqayê û şer û pevçûnên dijwar diqewimin.

    HSD
    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Hat ragihandin ku çekdarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê ji aliyê rojhilat û rojavayê Reqqayê ve berê xwe dan eniyên DAIŞê. Di navbera çekdar û terorîstên DAIŞê de şer rûda û hetanî berê sibehê berdewam kir. Di encamê de şervan ji aliyê rojhilat ve ketin taxa Sînaea û ji aliyê rojava jî ketin taxa Hitîn. Şer li her du taxan hetanî niha bi dijwarî didome.

    Herwiha li gorî daxuyaniya fermandarên HSDê di şer de heta niha herî kêm 23 terorîst hatine kuştin û cenazeyê 16 milîtanî tevî hinek çek û cebilxaneya li ser wan ketine destê HSDê. Di lêgerîna taxa Romaniyê de roket avêjek B-7, çekek BKC û 400 fişekên wê, çeka Law, 20 hawanên 120 mm, 6 kalaşnîkof û depoyek tije çek û cebilxane hat desteserkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Reqqayê şer dijwar dibe: 38 kuştî
    Îdiaya kuştina Bexdadî li Reqqayê
    Li Reqqayê balafirên koalîsyonêrişî sivîlan kir: 14 kuştî û gelek birîndar
    Çekdarên HSDê li Reqqayê taxa yekemîn kontrol kirin
    Jetên Sûriyeyê li rojhilatê Reqqayê li hedefên DAIŞê da
    Etîketan:
    operasyoan kontrolkirina Reqqayê, Rêxistina Terorîst a DAIŞê, Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de