02:09 21 Tebax 2017
Zindî
    HSD

    Li Reqqayê şer dijwar dibe: 38 kuştî

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 14290

    Li gorî çavkaniyên herêmî, li rojhilat û rojavayê bajarê Reqqayê şer û pevçûnên dijwar diqewimin. Di pevçûnan de 38 milîtanên terorîst ên DAIŞê hatin kuştin.

    Operasyona kontrolkirina bajarê Reqqayê û pêşveçûna çekdarên Hêza Sûriyeya Demoratîk (HSD) dewam dike. Çekdarên HSDê piştî kontrolkirina taxa Romaniyê li rojhilatê bajar jî tevî şerê dijwar pêşve diçin. Li gorî zanyariyên berdest, li derdora sûrên dîrokî şer û pevçûnen dijwar qewimin û di şer de bi 10an terorîst hatin kuştin.

    Herwiha çekdaran piştî kontrolkirina taxa Romaniyê ya li rojavayê Reqqayê dest bi xebata lêgerînê û paqijkirina bermahiyên terorîstan kirin. Di encama xebata ku hîn berdewam dike de heta niha termê 9 terorîstên kuştî ku 2 jê sekvan bûn, 4 kalaşnîkof, 2 BKC, 2 B-7 û 10 roketên wê, 8 bombeyên destan, hejmarek guleyên hawanê û 2 çekên sekvan ketin destê çekdarên HSDê. Li gorî daxuyaniya fermandarên HSDê li rojhilat û li rojavayê Reqqayê di şer û pevçûnan de 38 terorîst hatin kuştin û obosek jî hat rûxandin.

    Bi heman mijarî:

    Îdiaya kuştina Bexdadî li Reqqayê
    Fermandara HSDê: Di dema herî kinde em ê Reqqayê rizgar bikin
    Li Reqqayê balafirên koalîsyonêrişî sivîlan kir: 14 kuştî û gelek birîndar
    Çekdarên HSDê li Reqqayê taxa yekemîn kontrol kirin
    Jetên Sûriyeyê li rojhilatê Reqqayê li hedefên DAIŞê da
    Li Reqqayê di êrişa hewayî ya koalîsyonê de zêdetirî 20 kesî hatin kuştin
    Etîketan:
    Hêza Sûriyeya Demoratîk (HSD), Operasyona kontrolkirina Reqqayê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de