16:52 18 Hezîran 2018
YPG

60 endamên ASAyê ku Tirkiye wan perwerde kiribû xwe sipartin YPG û Artêşa Sûriyeyê

© AFP 2018 /
Sûriye
Lînkê kurt
0 91

60 endamên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) k udi çerçoveya Operasyona Mertalê Firatê de Tirkiye wan perwerde kiribû, beşdarî Artêşa Sûriyeyê û HSDê ku hêza sereke ji YPGê pêk tê bûn.

Hikmet Durgun

Rayedarekî Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji YPGê pêk te ji Sputnikê re ragihand ku 25 kes beşdarî HSDê, 35 kes jî beşdarî Artêşa Sûriyeyê bûne.

JI TUXAYA SILTAN MIRAD Û TUXAYÊN DIN VEQETIYAN

Rayedarê HSDê eşkere kir ku endamên ASAyê 2 roj berê ji rêxistinê veqetiyane û got: "Ev kes endamên Tuxaya Siltan Mirad, Tuxaya Bîllah Mûntasir, Feylek el Şam û Hêzên Taybet a Arparslanê ne. Du roj berê bi çekên xwe ve firar kirine û xwe spartin hêzên me û Artêşa Sûriyeyê."

‘EM LÊKOLÎNA KESÊN KU HATINE DIKIN, EGER PIRSGIREK TINEBE DIKARIN LI CEM ME BIMÎNIN'

Rayedarê diyar kir ku lêpirsîna endamên ASAyê ku xwe sipartine wan dikin û wiha pê de çû: "25 kes xwe sipastin me û 35 kes jî xwe sipartin Artêşa Sûriyeyê. Kesên hatin cem me xwe sipartin şevanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yên li gundê Sekeriyê û eşkere kirine ku dixwazin beşdarî hêzên me bibin. Em jî niha lêpirsîna 25 kesan dikin, eger pirsgirek tinebe dikarin li cem me bimînin.

‘FIRARKIRINA JI ASAyê DÊ DEWAM BIKE'

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên HSDê di nav kesên ku firar kirine de Fermandarê Hêzên Taybet a Arparslanê Ebû Elî Reslan jî heye. Rayedarê HSDê eşkere kir ku fermandarê ASAyê Ebû Hayr bi şervanên xwe re beşdarî Artêşa Sûriyeyê bûye û firar kirina ji ASAyê jî dê dewam bike.

Ji aliyê din ve ASAyê jî bi daxuyaniyeke ragihand ku hin kesên tevlî diziye bûne xwe sipartine Artêşa Sûriyeyê.

Bi heman mijarî:

Nûnerên ASAyê tevlîbûna xwe ya Cenevê rawestandin
Di navbera YPG û ASAyê de pevçûn: 9 endamên ASAyê birîndar bûn
Berpirsekî komeke ASAyê: Şerê me bi HSDê re li rojavayê Minbicê berdewam e
Di navbera HSDê û ASAyê de li Minbicê şer derket
Artêşa Tirkiyeyê û ASAyê du bajarokên nêzîkî El Babê stendin
Etîketan:
ASA, endam, YPG, Sputnik, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de