08:01 18 Kanûn 2017
Zindî
    Rojda Felat

    Fermandara HSDê: Di dema herî kinde em ê Reqqayê rizgar bikin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Sûriye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 110

    Li Reqqayê şerê kolanan destpêkir û pevçunên dijwar di qewime. Ji fermandarên HSDê Rojda Felat têkildarî operasyonê de ji ajansa Spûtnîk Kurdistan re axivî.

    Li Reqqayê şerê kolanan destpêkir û pevçunên dijwar di qewime. Ji fermandarên HSDê Rojda Felat têkildarî operasyonê de ji ajansa Spûtnîk Kurdistan re axivî û diyarkir ku bi taybetî ji bo jinên di destê DAIŞê de dixwazin Reqqayê rizgar bikin. Felat got "Di demek herî kinde emê rizgar bikin. Bila herkes bizane ku dê li Reqqayê serkeftinek mezin çêbibe."

    Merheleya dawî a operasyona Xezaba Firatê ji bo rizgarkirina Reqqayê di roja 4emînde berdewam dike. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) operasyonê weke "Cenga Mezin" bi nav dike. Piştî operasyonê destpêkir hêzên HSDê ji eniya rojhilatê ji Taxa El Meşleb û ji eniya rojavayê jî li Taxa El Cezra ber bi bajêr ve çun. Li gorî agahiyên nuçegihanê ajansa Spûnîk Kurdistan bi dest xist endamên QSDê mal bi mal ketin nava kolana û şevê din li taxa El Meşleb a rojhilatê Reqqayê pêşde çûn. Di navbera çekdarên HSDê û terorîstên DAIŞê de pevçûnên dijwar qewimîn û berî destê sibehê taxa El Meşleb ji destê terorîstên DAIŞê hate deranîn. Di çarçoveya pevçûnan de heta niha gelek teroristên DAIŞê hatine kuştin.

    FERMANDARA HSDÊ: DÊ LI REQQAYÊ SERKEFTINEK MEZIN ÇÊBIBE

    Bi pêşveçuna endamên HSDê li kolanê Reqqayê şerê kolanan destpêkir. Di pevçunan de teristên DAIŞ balafirên keşfê bi bombe dikin û êriş dikin. Her diçe pevçûn dijwar dibe. Ji fermandarên HSDê Rojda Felat di derheqê operasyonê de ji ajansa Spûtnîk Kurdistan re axivî. Felat anî ziman ku ji bo ketina nava bajêr amadene û her roj diçe pêşve diçin. Felat anî ziman ku ev demek dirêje ku amadekariyên ji bo operasyona Reqqayê dikin. Felat wiha axivî: "2 sal zedeye ku me ji bo operasyona Reqqayê amadekarî kirîye. Em gelek pêşveçun. Amadekariyên me xurte. Bila herkes bizane ku dê li Reqqayê serkeftinek mezin çêbibe.

    ‘DI DEMEK HERİ KINDE EM Ê REQQAYÊ RIZGAR BIKIN'

    Felat anî ziman ku gelek jin hêj di deste DAIŞê deye û armanca wan sereke ew e ku jina rizgar bikin. Felat wiha berdewam kir: "Bi hezaran hevalên me xwest ku vê rojê bibînin û jina rizgar bikin. Em dixwazin bi rizgarkirina jina ji hemû dinyayê re ispat bikin ku jin li xwe xwedî derdikevin û bi xwe rizgar dibin. Me gelek jin rizgar kir û ew zilma ku li wan hatîye kirin me dît. Bi taybet ji bo rizgarkirina jinên di deste teroristên DAIŞê em dixwazin ku Reqayê rizgar bikin. Me xwe ji bo her şerta amade kirîye û di demek herî kinde em ê Reqqa rizgar bikin."

    Bi heman mijarî:

    HSD: Dibe ku Reqa ji dema pêşbînkirî zûtir bikeve
    HSD gihîşt nav Reqqayê
    HSD li Eyn Îsayê civîna çapemenîyê li dar dixe
    HSD: Tenê 3 kîlometro mane ku em bikevin Reqayê
    HSD: Êrişa DAIŞê hat şikandin û 23 terorîst hatin kuştin
    Etîketan:
    Operasyona kontrolkirina Reqqaye, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Rojda Felat, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de