05:19 11 Kanûn 2017
Zindî
    Reqa bombardimana Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞÊ

    Li Reqqayê balafirên koalîsyonêrişî sivîlan kir: 14 kuştî û gelek birîndar

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 22

    Hat ragihandin ku li bajarê Reqqayê di encama êrişa hewayî ya balafirên koalîsyona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike de herî kêm 14 sivîl hatin kuştin.

    Li gorî nûçeya ajansa fermî ya SANAya Sûriyeyê, balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî duhî êriş bi ser avahiyeke navenda bajêr ku sivîl têde diman. Di encama êrişê de hêrî kêm 14 sivîlan jiyana xwe ji dest da û gelek jî birîndar bûn.

    Hefteya borî dîsa medyaya Sûriyeyê ragihandibû ku di encama êrişa balafirên koalîsyonê ya li dijî Reqqayê de herî kêm 43 sivîl hatine kuştin.

    ‘SÛRIYEYÊ ÊRIŞ ŞERMEZAR KIRIBÛN'

    Wezareta Derve ya Sûriyeyê êrişên hewayî yên balafirên koalîsyona navneteweyî li dijî sivîlan şermezar kiribû û du nameyên gilîkirinê şandibûn Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY).

    Bi heman mijarî:

    Çekdarên HSDê li Reqqayê taxa yekemîn kontrol kirin
    Jetên Sûriyeyê li rojhilatê Reqqayê li hedefên DAIŞê da
    Li Reqqayê di êrişa hewayî ya koalîsyonê de zêdetirî 20 kesî hatin kuştin
    Pentagon: Helîkopter û pîyadeyên Amerîkî di operasyona Reqqayê de beşdar in
    HSD gihîşt nav Reqqayê
    Etîketan:
    Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), Di êrişên balafirên koalîsyonê de 14 sivîl hatin kuştin, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de