23:22 24 Hezîran 2018
HSD

Çekdarên HSDê li Reqqayê taxa yekemîn kontrol kirin

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 100

Li gorî zanyariyên berdest, çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Reqqayê taxa yekemîn kontrol kirin.

Şer û pevçûnên li bajarê Reqqayê bi hemû lez û dijwariya xwe didome. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine wergirtin, çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Reqqayê taxa yekemîn kontrol kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmî çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) şevê din li taxa El Meşleb a rojhilatê Reqqayê pêşde çûn. Di navbera çekdarên HSDê û terorîstên DAIŞê de pevçûnên dijwar qewimîn û berî destê sibehê taxa El Meşleb ji destê terorîstên DAIŞê hate deranîn. Di şer û pevçûnan de nêzî 20 milîtanên terorîst hatin kuştin.

Piştî kontrolkirina taxa El Meşleb xebat û legerina mayîn û bombeyên binerdkirî hat destpêkirin.

Herwiha li baskê rojavayê bajar milîtanên terorîst xwestin bi wesayîtên bombebarkirî êrişî çekdarên HSDê bikin, lê çekdaran wesayîtên bombebarkirî bêbandor kirin. Pêşveçûna çekdarên HSDê ber bi navenda bajarê Reqqayê ve didome.

Bi heman mijarî:

ENKS: Kurd qebûl nakin Sûriye wek dewleteke ereb û misilman bê nasîn
Sûriye: Şerê kurda ya li dijî DAIŞê rewa ye
Dibe plana herêma bê şer ya Sûriye yê nû ji ber YPGê pêk neyê
Erdogan: Ew nezanên li Bakûrê Sûriye dê tu caran nikaribin dewletekê ava bikin
Amerîka: Em ji êrîşên Tirkiyê yên ser Sûriye û Iraqê gelekî bifikar in
Etîketan:
Operasyona kontrolkirina Reqqayê, Hêza Sûreyiyeya Demokratîk (HSD), Rêxistina terorîst a DAIŞê, Reqqa, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de