10:34 20 Îlon 2017
Zindî
    balafirên Hevpeymana navdewletî ya li dijî DAIŞê

    Balafirên koalîsyonê li arteşa Sûrîyê xistin

    © AFP 2017
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 7771

    Balafirên Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengîya wê dike, li hêzeke arteşa Sûrîyê ya li herêmên ewlekarîyê ku ji alîyê Rûsya, Tirkiye û Îranê ve hatibûn avakirin xistin.

    Hat ragihandin ku balafirên hevpeymanîyê bi êrîşeke hewayî li hêza arteşa Sûriyê ya li Tanfê xist.

    Bajarê Tanfê di nav wan 'deverên aram' ên ku di hevdîtinên Astanayê de, ji alîyê Rûsya, Îran û Tirkîyê hatibû diyarkirin e.

    'GUH NEDAN HIŞYARÎYAN'

    Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê da xuyakirin, 'Ligel hişyarîyan jî hêzên piştgirîyê didin rejîmê derbasî herêma pêşîgirtina pevçûnan bûn.'

    'HÊZÊN KU JI BO HEVPEYMANAN GEF BÛN, BÛNE HEDEF'

    Hevpeymanîyê li ser hêza ku bûye armanca êrîşê jî got, "Tank, topxane, sîstemên bergirîya asmanî, wesayîtên çekan bar dikin û zêdetirî 60 leşkerên ku ji bo hêzên hevpeymanan wekî gef bûn bûne hedef."

    'PÊWÎSTÎ ÇÊBE DÊ HEVPEYMANÎ XWE BIPARÊZE'

    Di daxuyanîyê de hat gotin, 'Koalîsyonê li ser xeta pêşîgirtina pevçûnê çend caran hişyarî da, piştre jî 2 top, 1 çeka berevanîya hewayî îmha kir. Herwiha tankek jî bêbandor kir."

    Hevpeymanîyê diyar kir ku ew naxwazin bi rêveberîya Sûriyê re şer bikin, lê dema pêwîstî çêbe jî ew dê xwe biparêzin.

     

    Bi heman mijarî:

    Generalê Sûrî: Krîza Qeterê dê derbe li muxalefeta Sûriyeyê bide
    Mihemed Hecî Mehmûd: Ji bo referandûmê hewce nake parlamento kar bike
    Ebadî: Em li benda serdana Barzanî ne
    Wezîrê Qeterê: Em ne super in, dixwazin rûnin û biaxivin
    Sputnikê dîmenên şerê li Mûsilê parve kir
    Ji Kremlînê ji bo gotînên Cîgirê Serokê Amerîkayê bersiv hat
    Etîketan:
    Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de