20:04 22 Îlon 2017
Zindî
    Telal Silo

    Berdevkê HSDê bersiva pirsên li ser operasyona Reqayê da

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 5850

    Berdevkê HSDê Telal Silo di derbarê operasyona rizgarkirina Reqayê de bersiva pirsên rojnamegeran da û ragihand ku ji bo bidawîbûna operasyona Reqayê dîrokek nehatiye diyarkirin.

    Piştî ragihandina operasyona Reqayê Berdevkê Hêzên Sûriye ya Demokratîk ku hêza sereke ji YPGê pêk te bersiva pirsên rojnamegeran yên di derbarê operasyonê de da. Silo, li ser pirsekê gelo operasyon dê çawa bimeşe de got: "Operasyon ji rojhilat, bakur û rojavayê Reqayê hatiye destpêkirin. Hêzên me hatine wê astê ku ji aliyê Rojava têkevin bajêr û bi vî tiştî re jî ‘Cenga Mezin' hatiye destpêkirin."

    ‘DÎROKA BIDAWÎBÛNA OPERASYONÊ NE DIYAR E'

    Berdevkê HSDê Silo bersiv da pirsa ku gelo wê operasyona Reqayê kîngê bi dawî bibe û diyar kir ku ji bo bidawîbûna operasyona Reqayê dîrokek nehatiye diyarkirin.

    MECLÎSA SÎVÎL: WÊ QSD SOZA XWE BI CIH BÎNE

    Piştî Silo li ser navê Meclîsa Sîvîl a Reqayê jî daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Firas Menduh hate kirin ku endamê Meclîsa Sîvîl a Reqayê ye. Menduh eşkere kir ku, "Hemû cîhan li bendê ye ku Reqa ji terora DAIŞê were rizgarkirin û em Meclîsa Sîvîl a Reqayê radigihînin ku wê HSDê soza xwe bi cih bîne û çawa ku gelek beşên Sûriyeyê ji terorîstan rizgar kirine wê Reqayê jî rizgar bikin."

    Bi heman mijarî:

    Koalîsyona Navdewletî di derbarê destpêkirina operasyona Reqayê de daxuyanî da
    Yildirim: Operasyona Reqayê 2ê Hezîranê de dest pê kir
    10 hezar sivîl Reqayê terikandin
    HSDê bajaroka stratejîk a nêzî Reqayê kontrol kir
    Hêzên Hewayî ya Rûsyayê 80 mîlîtanên DAIŞê ku ji Reqayê vediqetiyan kuştin
    Etîketan:
    DAIŞ, operasyon, bersiv, HSD, Telal Silo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de