01:28 26 Îlon 2017
Zindî
    YPG

    Operasyona kontrolkirina Reqqayê destpê kir

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    117281

    Li gorî zanyariyên berdest, çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bakurê Reqqayê li dijî baregeha leşkerî êrişeke nû dane destpêkirin.

    Li gorî nûçeya mala çavdêr a mafên mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Îngîltereyê ye çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bakurê Reqqayê li hemberî baregeha leşkerî ya rêxistina terorîst a DAIŞê dest bi operasyoneke nû kir.

    Ji aliyê din ve ajansa nûçe ya Reutersê jî ragihand ku HSDeya ku piranî ji çekdarên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêk tên li hemberî baregeha leşkerî ya Reqqayê ku di destê terorîstên DAIŞê de ye operasyon da destpêkirin. Li gorî zanyariyan HSDê di heman demê de li hemberî bajarokê el Maslab ku dikeve rojhilatê Reqqayê operasyon daye destpêkirin.

    Herwiha berdevkê ragihandin ê HSDê Telal Silo di daxuyaniya xwe ya çapemenî de ragihand ku operasyona kontrolkirina Reqqayê destpê kiriye.

    Bi heman mijarî:

    HSD li Eyn Îsayê civîna çapemenîyê li dar dixe
    HSD: Tenê 3 kîlometro mane ku em bikevin Reqayê
    HSD: Êrişa DAIŞê hat şikandin û 23 terorîst hatin kuştin
    HSD: 21 DAIŞî hatin kuştin û 2 gund hatin kontrolkirin
    HSD: Gundê Hemrat El Xennan ji destê DAIŞê hat deranîn
    Etîketan:
    mala çavdêr a mafên mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Îngîltereyê, Hêza Sûreyiyeya Demokratîk (HSD), Rêxistina terorîst a DAIŞê, YPG, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de