18:56 21 Hezîran 2018
HSD / QSD - Reqqa

HSDê bajaroka stratejîk a nêzî Reqayê kontrol kir

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 51

Şervanên HSDê piştî şerê du rojan bajaroka Mansûra bi temamî ji mîlîtanên DAIŞê kontrol kirin. Hate ragihandin ku gelek depo û çek ketine destên şervanên HSDê.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bajaroka Mansûrayê ku 20 kîlometro dikeve rojhilatê Tebqayê piştî şerê du rojan ji DAIŞê rizgar kirin. Hate diyarkirin k udi şerên du rojan de herî kêm 30 mîlîtanên DAIŞê hatine kuştin, 14 termê DAIŞî di destên şervanên HSDê de ne.

Hate eşkerekirin ku di şerê du rojan de, maşîneyeke bombebarkirî ya DAIŞê hat îmhakirin. Herwiha maşîneyek bombebarkirî, 5 tang, 4 BMB (panzer), gelek depoyên çek û cebilxane (ku tê de bi sedan kalaşnikof, BKC, hawan, roketavêjên B-7 û bi hezaran fîşek hebûn) jî ji alî şervanên HSDê ve hatin desteserkirin.

Bi rizgarkirina bajaroka Mansûra re riyeke din a stratejîk li ser mîlîtanên DAIŞê hatiye qutkirin. Li bajarokê HDSê dest bi xebatên lêgerîn û paqijkirina ji bermahiyên mîlîtanan kirin.

Bi heman mijarî:

HSD: Êrişa DAIŞê hat şikandin û 23 terorîst hatin kuştin
HSD: 21 DAIŞî hatin kuştin û 2 gund hatin kontrolkirin
HSD: Gundê Hemrat El Xennan ji destê DAIŞê hat deranîn
HSD nêzî ber deriyê Bakûr a Raqayê bû
HSD: Di nava 3ê rojan de nêzîkî 15 hezar penaber hatin rizgarkirin
Etîketan:
kontrol, stratejîk, bajarok, DAIŞ, HSD, Mansûra, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de