06:39 19 Tebax 2017
Zindî
    Sewkiyata wesayîtên leşkerî ya ji bo YPGê

    Pisporê Amerîkî: Biryara biçekkirina YPGê Amerîka û Tirkiyê bi hev re daye

    © REUTERS/ RODI SAID
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 21571

    Pisporê Tirkiyê yê Konseya Pêwendîyên Derve yê Dezgeha Ramyarî ya Amerîkî Steven Cook, da xuyakirin ku mirov pê şaş namîne ku Amerîka ji bo têkoşîna dijî DAIŞê li şûna artêşa Tirkiyê çekan dide YPGê.

    Pisporê Tirkiyê Cook, ji beşa tirkî ya Dengê Amerîka re ragihand, li meha Hezîrana 2014an rêveberîya Amerîkayê ji bo têkoşîna dijî DAIŞê daxwaz ji Tirkiye kiriye pê re bixebite, lê Tirkiyê ew red kirine û loma jî Amerîkayê biryar daye bi hêzên kurdî (YPG) yên dilxwaz re li Sûriyê hevkarîyê bike.

    'HEVKARÎYA AMERÎKA Û YPGÊ BI SAYA TIRKÎYÊ DESTPÊ KIR'

    Cook wiha wiha got: "Heke em vegerin Hezîrana 2014an dema ku Serok Obama li erdê ji bo têkoşîna dijî DAIŞê li hevalbendan digerîya, Tirkiyê ji ber hinek hincetên li gorî xwe, biryar da ku ev ne li gor berjewendîyê wan e. Loma jî Amerîka neçar ma hevalbendên din ji xwe re peyde bike. Û dema ku dît kurdên li herêmê dilxwaz in, hevkarîya artêşa Amerîkayê bi YPGê re destpê kir."

    'TIRKÎYÊ BIRYARA XWE LI SER ŞERÊ KURDAN DA'

    Steven Cook di berdewamê de destnîşan kir, "A rast Tirkiyê bi awayekî biryar da ku Amerîka bi YPGê re hevakarîyê bike. Lewra di sala 2014an nexwestin bi Amerîkayê re kar bikin. Gotin, em naxwazin di nav vî şerî de hebin û piştgirî nedan stratejîya ku guhertina rejîma Sûrîyê tê de tune be. Nexwestin li bajarên wan xwîn birije û ev jî baş tê fahmkirin. Herwiha bi awayekî eşkere gotin ku ji bo wan şerê dijî neteweperestîya Kurdan li pêşîya her tiştî ye."

    'DI SERDANA ERDOGAN DE TI GAVEKE LI GOR DAXWAZÊN TIRKÎYÊ NEHAT AVÊTIN'

    Pisporê Amerîkî herwiha da zanîn, doza Reza Seraf a li Amerîkayê ji radestkirina serokê FETOyê Fethullah Gulen girîngtir e ji bo Tirkiyê.

    Cook got, di hevdîtina Erdogan û Trump a Washingtonê de, ne ji hêla biçekkirina YPGê de, ne jî di mijarên doza Seraf û radestikirina Gulen de ti gaveke li gor daxwazên Tirkiyê nehatîye avêtin.

     

    Bi heman mijarî:

    Serokê ENKSê: Em ê binpêkirinan bigihînin ber destê civaka navdewletî
    'Îran dîrok û xwezaya Kurdistanê talan dike'
    Baroya Amedê: Divê pêvajoyeke nû ya çareserîyê destpê bike
    Li Iraqê êrîşa xwekujî: Herî kêm 4 kes mirin
    Wêneyê nû yê êrîşkarê Manchesterê hat belavkirin
    NY: Li Sûriyê 800 karmendên tendurîstîyê hatine kuştin
    Pêşmerge li Xurmatûyê êrîşa DAIŞê têk bir
    Etîketan:
    Sûriye, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de