16:32 22 Hezîran 2018
hsd-qsd-hsdê

HSD: Tenê 3 kîlometro mane ku em bikevin Reqayê

© REUTERS / Rodi Said
Sûriye
Lînkê kurt
0 70

Şervanên HSDê yên ber bi Reqayê ve diçin û bendava Azadî dorpêç kirin. Balafirên şer ên koalîsyona navdewletî û tangên HSDê çeperên DAIŞê yên li derdora Reqayê topbaran dikin.

Di çarçoveya operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê de Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) karîn di çend rojên bûrî de gelek gundan li rojavayê Reqayê kontrol kirin û nêzî bendava Azadî pêş ve diçin, şervan hewl didin ku derdora bendavê ji terorîstên DAIŞê rizgarbikin, da ku ti êrîşên berûvajî bi ser wan ve neyin.

Şervanekî HSDê ji Kurdistan 24ê re eşkere kir ku operasyon ji ji sê aliyan ve dewam dike tenê 3 kîlometro mane ku şervan derbasî Reqayê bibin. Herwiha çandina mayînan û kolana tonêlan yê DAIŞê li derdora bajêr berdewam in, Lê şervan tekez dikin ku, ew ê di nêzîktirîn dem de dê şerê kolanan bi DAIŞê re li taxên Reqayê bikin.

HSDê bi hejmareke mezin ji şervanan bo şerê bajêr bi rê ve bibe û ligel hebûna çekên giran û alîkariya hêzên hevpeyman li bajarê Reqayê bide destpêkirin, amadekariyan dike.

Bi heman mijarî:

HSD: 21 DAIŞî hatin kuştin û 2 gund hatin kontrolkirin
HSD: Gundê Hemrat El Xennan ji destê DAIŞê hat deranîn
HSD nêzî ber deriyê Bakûr a Raqayê bû
HSD: Di nava 3ê rojan de nêzîkî 15 hezar penaber hatin rizgarkirin
Etîketan:
şervan, operasyon, HSD, Kurdistan 24, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de