14:36 25 Sibat 2018
Zindî
    daiş

    ‘DAIŞê bo ji Reqayê derkeve bi HSDê re li hev kir'

    © AP Photo
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 41

    Wezareta Parastin a Rûsyayê ragihand ku li dijî kerwana DAIŞê ku ji Reqayê ber bi Palmîrayê ve diçû êrişa ezmanî pêk anîne û di encamê de jî 32 wesayît û zêdetirî 120 terorîst hatine îmxakirin.

    Çavkaniyekî ko Wezareta Parastin a Rûsyayê ji Sputnikê re axivî û eşkere kir ku roja 25ê Gulanê kerwana ku ji 32 wesayîtan pêk dihat ya DAIŞê ku ji Raqayê ber bi Palmîrayê ve diçû, ji aliyê balafirên şer ên Rûsyayê ve hatine îmxakirin. Herwiha çavkaniyê destnîşan kir ku wesayît bi çekên giran hatine arastin.

    ‘DAIŞ BO JI RAQAYÊ DERKEVE BI HSDê RE LI HEV KIR'

    Çavkaniyê eşkere kir ku DAIŞê ji bo ku ji Raqayê derkeve bi Hêzên Sûriye ya Demokratîk (HSD) ku hêza sereke ji kurdan pêk tê re li kiriye û got: "Kurdan ji bo ku DAIŞ ji bajêr derkeve lorîdorekê li başûrê bajêr avakiriye. Lê Hêzên Hewayî û Fezayî ya Rûsyayê ev hemleya hane pûç derxistiye.

    Çavkaniyê ragihand ku navgînên hewayî yên bêmirov ên rûsî 24 saet çevdêriya hemû rêyên ku ji Raqayê dertên, dikin. Herwiha yekîneya Hêzên Operasyona Tayabet jî li gel helîkopter û balafirên şer ên rûsan beşdarî pêvajoya tûnekirina mîlîtanan, dibin.

    Bi heman mijarî:

    Sînem Mihemed: Amerîka piştî operasyona Reqayê gelo wê terka me kurdan bike an ne?
    Brîtanya: Bi YPGê re operasyona Reqayê şaşî ye
    Wezîrê Berevaniyê yê DYAyê bo Reqayê li wezîrê tirk geriya
    Meclîsa Sûriyeya Demokratîk: Dewleta Tirk dixwaze hamleya me ya Reqayê têk bibe
    HSDê ji bo sivîlên Reqayê korîdorek vekir
    DAIŞ paytexta xwe ji Reqayê bar dike Dêra zorê
    Etîketan:
    kerwan, çavkanî, HSD, DAIŞ, Sputnik, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de