09:12 22 Gulan 2018
    Suriye'deki Şayrat hava üssünden özel görseller.

    'Balafirên şer ên Sûriyeyê vedigerin baregeha hewayî ya ku Amerîkayê lê xistibû'

    © Sputnik / Mikhail Voskresenskiy
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 11

    Li gorî televîzyona NBCê Artêşa Sûriyeyê dest bicih kirina leşker û balafirên şer ji nû ve li baregeha hewayî ya Şayratê ku di meha nîsanê de rastî êrişa hewayî ya Amerîkayê hatibû, kiriye.

    Televîzyona NBCê ku zanyariyên xwe sipartin rayedarên parastina Amerîkayê, Artêşa Sûriyeyê binesaziya baregeha Şayratê ya nêzî Humsê ku di encama êrişa hewayî de ziyan dîtibû, temîr kirine û dest bi bichkirina balafirên Su-22 û MiG-23ê kirine.

    Yek ji rayedaran eşkere kir ku, "Di demek nêzîk de dê ew dîsa ji wir dest bi firînan bikin."

    Hêzên Behrê ya Amerîkayê li ser fermana Serokê Dewleta Amerîkayê Donald Trump di 7ê Nîsanê de bi îdiaya hikûmeta Sûriyeyê li bajarê Îdlîbê çekên kimyewî bikar aniye, bi moşekên Tomahawkê êrişî baregeha Şayratê kiribû.

    Êrişa moşekan ya Amerîkayê bibû sedema rageşiyan di navbera Moskow û Washingtonê de.

    Bi heman mijarî:

    ‘Pisporên NYyê serdana Şayratê nekir’
    Lavrov û Tillerson êrişa Amerîka ya Şayratê axivîn
    Sekreterên Konseya Ewlehî ya Rûsya û Îranê êrişa Şayratê nirxandin
    'Êrîşa Amerîkayê ya Şayratê hewldana avakirina dewleta kurd e'
    Rûsya: Plana êrişa Amerîka ya baregeha Şayratê berî niha ji zûde hatiye amadekirin
    Etîketan:
    veger, baregeh, şer, moşek, balafir, êriş, televîzyona NBCê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de