16:44 22 Çile 2018
Zindî
    Qamışlo

    ENKS: PYD rêvebirên me digre

    © Sputnik/ Hediye Levent
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 50

    Rêvebirê PDK-S û endamê ENKSê Muslim Mihemed di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de îdîa kir ku PYD rêvebir û endamên wan digre û zêdetirî 20 kesên ENKSeyî di girtîgehê de ne.

    Hikmet Durgun

    Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ENKSê hatine wergtirtin, asayîşa bajarê Qamişloyê ku ji terefê PYDê ve tê birêvebirin bi ser mala endamê komîteya navendî yê PDK-Sê Nafî Ebdullah, endamê komîteya siyasî ya Partiya Yekîtî Silêman Oso û Naîf Ebdullah binçav kirin.

    Herwiha asayîşê di 21ê Gulanê de rêvebirê ENKSê û endamê komîteya navendî yê PDK-Sê Beşar Emîn û di 9ê Gulanê de jî endamê PDK-Sê Neşet Zaza û Cîgira Serokê ENKSê Fesla Usiv, Mihsin Tahir û Mihemed Emîn Husam binçav kiribû.

    ‘PYD KURD E, LÊ KURDAN DIGRE'

    Rêvebirê PDK-S û endamê ENKSê Muslim Mihemed di axaftina xwe ya ji bo mijara binçavkirinan de ji ajansa Spûtnîkê re got: "PYD kurd e, lê kurdan digre. Dixwaze jiyana siyasî biqedîne. Ji dema ku rêvebirî ketiye destê PYDê endamên ENKSê têne girtin. PYDê ofîsên PDK-Sê girtin û paşî şewitandin. Li Qamişloyê ofîsa rejimê heye, ya asuriyan heye û ofîsên partiyên kurd ên din jî hene, lê tenê bi ser ENKSê ve tên. Piştî ku ENKSê biryar da û ofîsên xwe vekirin asayîşê 13 kes binçavkirin."

    Mihemed di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Rêvebireke me jin a bi navê Fesla Usiv hat girtin. Girtina jineke 30 salî nayê qebûlkirin. Heta niha nêzîkî 100 rêvebir û endamên ENKSê hatine girtin. Niha dora 20 rêvebir girtîne. PYD dixwaze yek partî, yek reng û serok hebe. Li gorî wan divê kesî din tune be. Lê ev girtin wê me ji tekoşîna me dûr nexîne. Rejima Esad tu carî em têk nebirin û me ji tekoşîna me dûr nexist. PYD bi van kiryaran zirarê li xwe dike."

    Bi heman mijarî:

    ENKS: Girtina nivîsgehan û endaman dikeve xizmeta dijminan
    ENKS: Bi De Mistura re pirsa Kurd bi berfirehî hat guftûgokirin
    ENKS: Kurd qebûl nakin Sûriye wek dewleteke ereb û misilman bê nasîn
    ENKS belgenameya opozîsyona Sûriyê nas nake
    ENKS nivîsgehên xwe dîsa vedike
    Etîketan:
    PDK-S, PYD, ENKS, Muslim mihemed, Qamişlo, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de