16:32 22 Gulan 2018
    Rojava - Sûriye / Yekîneyên Parastina Gel (YPG)

    HSDê gundê Hemrat Nasra û El Belsim ji DAIŞê paqij kir

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 60

    Li gorî zanyariyên berdest, çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) piştî şer û pevçûnên 3 rojên giran gundê Hemrat Nasra û El Belsim ji DAIŞê paqij kir.

    Gundê Hemrat Nasra 5 kîlometro li bakur rojhilatê Reqqayê dikeve. Çekdarên HSDê piştî şer û pevçûnên 3 rojên dijwar hemû enî û noqteyên di destê rêxistina terorîst a DAIŞê de kontrol kirin û herêm ji milîtanan paqij kirin. Piştî Hemrat Nasra çekdarên HSDê berê xwe dan gundê Hemrat El-Belsim û di encama şerê ku bi saetan dewam kirî de gund berê sibehê seet 03.00an de ji DAIŞê hat paqijkirin.

    Herwiha terorîstên DAIŞî şevê din hewl dan ku êrişe bibin ser gundê Baran a ku berî çend rojan hatibû rizgarkirin. Li gundê ku li bakur rojavayê Reqqayê dikeve terorîstan bi 7 êrîşkarên xwekujî êriş kirin, lê rastî bersiva tund a çekdarên HSDê hatin û şer û pevçûn derket. Milîtanekî xwe teqand û 6 êrîşkarên din ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin. Hewildana êrîşê hat pûçkirin û termê terorîstên ku hatibûn kuştin ket destê çekdaran.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şervanên HSDê bendava Azadî dorpêç kirin
    Pentagon: Me hîn çekên HSDê radestî wan nekirine
    HSDê gundeki din ji DAIŞê rizgar kir
    HSDê bajarê Tebqayê û Bendava Firatê bi temamî kontrol kir
    DAIŞ ji Bendava Firatê ve êrişî HSDê dike
    Etîketan:
    Operasyona rizgarkirina Reqqayê, Rêxistina terorîst a DAIŞê, HSD, YPG, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de