09:31 12 Kanûn 2017
Zindî
    hsd-qsd-hsdê

    HSD: 21 DAIŞî hatin kuştin û 2 gund hatin kontrolkirin

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 72

    Li gorî zanyariyên berdest, çekdarên Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) di operasyona rizgarkirina Reqaayê de 21 terorîstên DAIŞê kuştin û 2 gundên din kontrol kşirin.

    Operasyona Xezeba Firatê di roja xwe ya 13emîn de bi hemû lez hêza xwe berdewam e. Li baskê rojhilat çekdarên HSDê pêşdeçûna xwe berdewam dikin û berê xwe dan gundê Bîr Hemad. Di encama şerê dijwar de gundê Bîr Hemad a kîlometreyekê ji Bendava Azadî dûr e bi temamî ji terorîstên DAIŞê hat paqijkirin.

    Terorîstên DAIŞî bi wesayîta bombebarkirî xwest êrişî gundê Sehlebiyê ya rizgarbûyî bike, lê çekdar zû bi wesayîta bombebarkirî hisiyan û bi çekên giran dan ber guleyan. Wesayît berî hedefa xwe hat îmhakirin.

    GELEK ÇEK Û CEBILXANE HAT DESTESERKIRIN

    Çekdarên HSDê li gundên Sehlebiya Şerqî û Xerbî yên ku duhî hatibûn rizgarkirin û li gundê Bîr Hemad û Çiya yên şevê din hatin rizgarkirin dest bi operasyona lêgerînê û paqijkirina mayinên terorîstan kirin. Di encama paqijiyê de li gundê Bîr Hemad termê 8 çeteyan tevî 8 Kalaşnîkof, 2 doçkayên 12.5 mm, roketavêjek RPG (B-7), 3 motosiklet, demançeyek, 2 hawanên 120 mm û gelek topên wê, 2 rext, 2 yelekên teqemeniyê û li gundê Çiya jî termê 13 çeteyan, 7 kalaşnîkof, 5 roketavêjên SPG-9 û durbînek SPG-9 hatin dîtin.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Gundê Hemrat El Xennan ji destê DAIŞê hat deranîn
    HSD nêzî ber deriyê Bakûr a Raqayê bû
    HSD: Di nava 3ê rojan de nêzîkî 15 hezar penaber hatin rizgarkirin
    HSD: Operasyona Reqqayê serê havînî destpê dike
    HSD: Biryara alîkariya çekan nîşaneya serkeftina me ye
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Operasyona bajarê Reqqayê, HSD, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de