06:37 30 Gulan 2017
Zindî
    Hevserokê PYD Salih Muslim

    Muslim: Tirkiye li Amerîkayê pereyekî zêde ji bo me xerc dike

    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 16040

    Hevserokê Partîya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji kovara Amerîkî Newsweek re axivî.

    Salih Muslim di hevpeyvîna Newsweekê de bal kişand ser ku Tirkiye ji bo lobîya dijî YPGê pereyekî zêde xerc dike.

    Muslim li ser lobîya Tirkiyê wiha axivî: "Tirkiye di çarçoveya xebatên lobîya dijî YPGê de pereyekî zêde xerc dike."

    'TIRKIYE BANDORÊ LI SER ENDAMÊN KONGREYA AMERÎKÎ DIKE'

    Muslim bal kişand ser ku Tirkiye di çarçoveya vî karê lobîyê de ji bo piştgirîyê bidin polîtîkaya Tirkiyê ya ser kurdên Sûriyê pere dide hin endamên kongreya Amerîkayê û wiha domand: "Hikûmeta Tirkiyê gelek pereyan dide. Lewma jî dengên wan (endamên kongreya Amerîkayê) zêde dernakeve. Dema em li encaman dinêrin, Tirkiyê bandor li ser endamên kongreya Amerîkayê û kesayetên bihêz kiriye."

    'YPG 3 SAL IN HEVKARÎYÊ BI AMERÎKAYÊ RE DIKE'

    Muslim di hevpeyvînê de, hem ji hêla sîyasî ve hem jî ji hêla şexsî ve kêfxweşîya xwe ya ji bo pejirandina biryara dayîna çekan bo YPGê nîşan da û got: "Kurdên Sûriyê di nav 3 salên dawî de bi rêkûpêkî hevkarîya xwe ya bi Amerîkayê berdewam kirin. Esasê vê hevkarîyê têkoşîna ku li dijî DAIŞê tê dayîn e."

     

    Bi heman mijarî:

    Deriyê me ji petrola Kurdistanê re vekiriye
    ‘Ev daxwaz bi cih neyên, ne AKP û ne jî Erdogan dimîne'
    HDP kongreya xwe ya derasayî li dar dixe
    Ji Pûtîn bo Rûhanî peyama pîrozbahiyê
    Karsazê kurd nîjadperestê amerîkî têk bir
    Etîketan:
    Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de