07:53 22 Îlon 2017
Zindî
    hsd-qsd-hsdê

    'Şam, dixwaze kontrola paytexta DAIŞê ji kurdan bistîne'

    © REUTERS/ Rodi Said
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 15420

    Hikûmeta Sûriyeyê hêvî dike ku YPGê piştî Raqayê ku wekê paytexta DAIŞê tê hesibadin, rizgar kir kontrola bajêr radestî hikûmetê bike.

    Parlamenterê Sûriyeyê Saci Taama ji rojnameya Îzvestiya yê re axivî û got: "HSD ku hêza sereke ji YPGê pêk tê kontrola hin herêmên ku ji DAIŞê rizgar kiribû radestî hikûmeta Sûriyeyê kiribû. Bi heman şêwazê piştî kurdan ku bajarê Reqayê rizgar kirin, dê kontrole radestî artêşê û hikûmetê bikin."

    KONTROLA REQAYÊ DÊ AYDÎ KÎ BE?

    Kontrola bajarê Raqayê piştî rizgar kirine dê aydî kî be?, Ev yek ji dema ku gavên bo rizgarkirinê hatin avêtin ve nediyar e. Hevserokê PYDê Salih Muslim diyar kiribû ku piştî bajarê Reqayê ji DAIŞê were girtin, dibe ku ew wî bajarî tevlî herêma Federasyona Bakurê Sûriyeyê bikin. Lê piştre jî eşkere kir ku vê biryarê divê gelê bajêr bide.

    Li gorî nûçeyên ji herêmê tên HSD piştî rizgarkirinê dibe kontrola bajêr ji konseya bajêr re bihêle û konsey jî girêdana xwe yê bo Şamê ragihîne.

    Bi heman mijarî:

    HSDê rêya navbera Reqa û Tebqayê bidest xist
    Fermandarê Amerîkî: Operasyona Reqa û Mûsilê dibe ku 2 salan bajo
    Rêya di navbera Reqa û Minbicê ji terorîstan hate paqijkirin!
    REQA - 250 leşkerên Amerîkayê derbasî Sûriyeyê bûn
    REQA - Balafirên Fransayê DAIŞ bombe kirin
    Etîketan:
    hikûmet, kontrol, kurd, DAIŞ, Rojnameya Îzvestiyayê, Saci Taama, Salih Mislim, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de