01:56 25 Îlon 2017
Zindî
    Cenevre

    Nûnerên ASAyê tevlîbûna xwe ya Cenevê rawestandin

    © AFP 2017/ Michael Dalder
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 1831

    Nûnerên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku di nava Komîteya Muzakereyên Bilind (HNC) de cih digrin tevlîbûna xwe ya hevdîtinên Cenev-6ê rawestandin.

    Li gorî belgeyên ku ajansa Spûtnîkê bi dest xistine, nûnerên ASAyê pêvajoya biryargirtina Cenev-6ê rexne kirin û tevlîbûna xwe ya muzakereyan ku wekî perçeyekî HNCê cih digirt rawestand.

    Di belgeya bi dîroka 18ê Gulanê de tê gotin ku ‘Tuxaya Siltan Mirad, Feylak eş Şam, Ceyş'el Tavra, Ceyş'el Yermuk, Hereketa Welat a Tehrîr, Eniya Başûr, Ehrar uş Şam û Eniya Şamê ku bi ASAyê ve girêdayîne ji îro pê ve hebûna xwe ya hevdîtinan rawestandiye.'

    ‘DI PÊVAJOYA BIRYARGIRTINÊ DE ZELALÎ TUNEYE'

    Li gorî belgeyê, nûnerên ASAyê ji bo ku di pêvajoya biryargirtina heyetê de zelalî û di muzakereyan de stratejî tuneye û em ji peywendiyên navbera heyeta HNCê nekêfxweş in vekişiyane.

    Hevdîtinên Cenev-6 di 16ê Gulanê de hatibûn destpêkirin û tê pêşbînîkirin ku îro hevdîtin bi dawî bibin.

    Bi heman mijarî:

    ASA: Em bi hêviya êrîşên nû ne
    Artêşa Sûriye û ASA, li Himsê li hev kirin
    Rûsya şerê ASA û artêşa Sûriyeyê ya li nêzî El Babê rawestand
    AA: TSK û ASA, navenda El Babê kirin bin kontrola xwe
    Li Babê di navbera DAIŞ, ASA û leşkerên tirk de şerên gûr
    Etîketan:
    Hevdîtinên Cenevê, Komîteya Muzakereyên Bilind (HNC), Artêşa Sûriyeya Azad (ASA), Sûriye, Cenev
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de