05:46 22 Tîrmeh 2017
Zindî
    Balafir

    Balafirên hevpeymanîyê li artêşa Sûriyê xist

    © Foto: SUKHOI COMPANY
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 9961

    Li gor nûçeya ku Reutersê belav kiriye, hêzên asmanî yên artêşa Amerîkayê ku di bin banê Hevpeymanîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de şer dikin, li yekîneyên artêşa Sûriyê yên li başûr xistin.

    Berdevkekî paye bilind ê Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku balafirên Amerîkayê li başûrê Sûriyê li nêzîkî bajaroka El Tanfê li karwaneke hêzên artêşa Sûriyê xistin.

    Di nûçeya Reutersê de hat gotin ku artêşa Amerîkayê di êrîşa asmanî de, li hêzên nêzîkî artêşa Sûriyê yên ku ber bi hêzên Amerîkî ve ketine tevgerê xistiye.

    BERDEVKÊ PENTAGONÊ ÊRÎŞ PIŞTRAST KIR

    Di nav hêza ku rastî êrîşê hatiye de, nayê zanîn bê leşkerên Sûriyê hene yan na.

    Li gor nûçeya Ajansa Anadolê jî rayedarekî paye bilind ê Pentagonê li ser bûyerê wiha axivî: "Ez piştrast dikim ku li nêzîkî bajaroka El Tanfê me li karwaneke leşkerî ya Sûriyê xistiye. Em ê li ser hurgilîyan daxuyanîyê bidin."

    Peyamnêrê Buzfeedê jî da xuyakirin ku berdevkê hevpeymanîyê êrîş piştrast kiriye. Li gor agahîyên peyamnêr dide, êrîş li Tanfê nêzîkî cihê perwerdekirina milîtanên Iraqî û Sûriyeyî yên hêzên taybet ên Amerîkî û Brîtanî pêk hatiye.

    Bi heman mijarî:

    Maduro derbarê rewşa welatê xwe de agahî dan Pûtîn
    Li New Yorkê otomobîlekê ajot ser peyayan: Kesek mir, 23 kes birîndar bûn
    Balafirên şer ên Tirkiyeyê Çiyayê Cûdiyê bombebaran dikin
    Erdogan derbarê operasyona Raqayê de ji Amerîkayê re got: Bixêr be
    Mihrîcana Filman a Cannesê ya 70. bi merasîmekê bihişmet hat vekirin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de