05:47 22 Tîrmeh 2017
Zindî
    YPG

    Pisporên amerîkî siberoja Rojava ya piştî DAIŞê gotûbêj kir

    © AFP 2017/
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 15542

    Cîgirê Karûbarên Ewrasya û Ewropayê yê Wezîrê Wezareta Derve ya DYAyê Jonathan R. Cohen ragihand, pêwendiyên Amerîkayê yên li gel YPGê " demekê û taktîkî ne."

    Panel li Enstîtuya Rojhilata Navîn (Middle East Institute)bi rê ve çû û Cîgirê Wezîrê Derve yê DYAyê Jonathan R. Cohen û Şêwirmendê Berê yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Alen Makovsky li panelê derbarê rewşa û siberoja Rojava, Şingal û PKKê de axivîn.

    "PÊWENDIYA ME DEMKÎ Û TAKTÎKÎ YE"

    Cohen di axiftina xwe de got: "Ji ber şert û mercên şerî, pêwendiyeke me bi YPGê re heye. Ji ber li Sûriyeyê di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ji bo rizgarkirina Reqayê roleke wan a giring heye. Pêwendiya me ya li gel YPGê ji bo demekê ye û taktîkî ye."

    "ME TI SOZ NEDAYE YPGÊ"

    Ji aliyê din ve, li gorî Cohenî alîkariya çekan ji bo YPGê, nayê wateya guhertina polîtîkayê û wiha got: "Me ti soz nedaye YPGê. Ew di vî şerî de ne ji ber dixwazin tê de bin. Eşkere ye ku sedemên wan ji bo vê hene."

    "TÊKOŞÎNA YPGÊ DÊ OTONOMIYEKE KURDÎ PÊK BÎNE"

    Şêwirmendê Berê yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Alen Makovsky jî destnîşan kir: “Têkoşîn û berevaniya YPG ya li Bakurê Sûriyê, li gor min tekez li wê derê hikûmeteke otonomî ya kurdan dê pêk bîne.”

    Makovsky diyar kir ku divê hinek daxwazên" YPG ji DYAyê hebin lê divê ev "bi şertên eşkere" pêk were.

    "DIVÊ YPG, TÊKILIYÊN XWE BI PKKÊ RE BIBIRE"

    "Di nerîna min de, divê bi rastî jî YPG têkiliyên xwe bi PKKê re qut bike û hurmeta xwe ya eşkere ji Abdullah Ocalanî re jî rawestîne".

    "PIŞTÎ DAIŞÊ, PKK DÊ JI ŞINGALÊ BÊ DERXISTIN"

    Rayedarê DYAyê got, xebata birêveberiya Herêma Kurdistanê û Bexdayê ji bo PKKê ji Şingalê derxînin dê piştî operasyona Mûsilê zêde bibe û wiha dewam kir "lê niha Hikûmeta Iraqê û Birêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî bi qonaxên dawî yên operasyona Mûsilê ve mijûl in."

     

    Bi heman mijarî:

    Li Washingtonê bo YPG bûyerên tund qewimîn
    Erdogan: Pêdivî bi YPG û PYDê tune ye
    Muslîm: Polîsên alman alayên YPG û YPJ qedexe kirine lê kes dengê xwe nake
    YPG: Me balafira keşfê ya artêşa tirk xiste xwarê
    YPG hejmara êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava eşkere kir
    YPG:Emê bi awayekî tund bersiva êrîşên Artêşa tirk bidin
    Etîketan:
    PKK, YPG, DAIŞ, Alen Makovsky, Jonathan R. Cohen, Reqqa, Sûriye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de