23:51 13 Kanûn 2017
Zindî
    Brett McGurk

    ‘Erdogan li Amerîkayê û nûnerê Trump jî li Kobaniyê ye'

    © AFP 2017/ MANDEL NGAN
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 120

    Li gorî zanyariyên berdest, nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump Brett McGurk bi heyetekê re serdana Kobaniyê kir û bi berpirsên YPG û HSDê re hevdîtinek pêk anî.

    Brett McGurk piştî serdana Hewlêr û Mûsilê duhî bi heyeteke amerîkî re serdana Kobaniyê kir û bi berpirsên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hevdîtinek pêk anî.

    Li gorî çavkaniyên herêmî di hevdîtina McGurk de heyeta amerîkî û ji YPG û HSDê jî Abdi Ferhad Şahin, Polat Can, Hevserokê Kantona Kobanî Enver Muslim, berdevkê YPGê Aldar Xelîl û hinek berpirsên din tevlî bûn.

    ​Di hevdîtina dualî ya navbera heyetan de tekoşîna dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, biçekkirina YPGê û pêşveçûnên dawî yên li herêmê hat nirxandin. Li gorî agahiyan heyeta amerîkî wê îro jî hevdîtinên xwe bidomîne.

    Hejayê gotinê ye ku duhî Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo hevdîtina bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li Washîngtonê bû û nûnerê Trump McGurk jî li Kobaniyê bi rayedarên YPG û HSDê re bû.

    Bi heman mijarî:

    Talabanî bersiva McGurk a li ser referandûmê da: Mafê gelê Kurd e
    Nûnerê Taybet ê Têkoşîna li dijî DAIŞê Brett McGurk li Iraqê ye
    Barzanî û McGurk li Pîrmamê civiyan
    McGurk: Hemû endamên DAIŞê yên li Mûsilê wê werin kuştin
    Parêzgarê Kerkûkê Kerîm û Brett McGurk li hev civiyan
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, HSD, YPG, Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê, Donald Trump, Recep Tayyip Erdogan, Brett McGurk, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de