21:29 19 Hezîran 2018
Kampa penaberan

Dîsa li kampa sînor a penaberan teqîn: 10 kuştî û gelek birîndar

© AP Photo /
Sûriye
Lînkê kurt
0 20

Li gorî zanyariyên berdest, li kampa penaberên sûriyeyî ya li sînorê Sûriye û Ûrdinê teqîn pêk hat, di teqînê de herî kêm 10 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya çavkaniyên opozîsyona Sûriyê şeva borî di encama teqîna 2 wesayîtên bombebarkirî li kampa El-Rikban a penaberên sûriyeyî li ser sînorê navbera Ûrdin û Sûriyeyê de 10 kesên sivîl ên penaber hatine kuştin û hijmarek jî birîndar bûne.

Heman çavkanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de ragihand ku teqîna yekem li nêzîkî xwaringeha kampê hatiye kirin û ya duyem jî li bazara kampê hatiye kirin.

Wekî tê zanîn demek berê dîsa li kampEl Rikban teqîn pêk hatibû û hejmarek penaber jiyana xwe ji dest dabûn û berpirsyariya êrişan jî DAIŞê girtibû ser xwe. Kampa El-Rikban nêzîkî 100 hezar penaberên sûriyeyî lixwe dihewîne.

Bi heman mijarî:

Li Urdûnê di kampa penaberan de teqîn: 4 mirî û bi 10an birîndar
Li Ûrdûnê li pêşiya kampa penaberan teqîn: 2 kuşt û gelek birîndar
Birîndarekî din ê teqîna Amedê jiyana xwe ji dest da
Hejmara kuştiyên teqîna Amedê gihîşte 3yan
Di teqîna Koyê de fermandarekî PDKÎyê jî jiyana xwe ji dest da
Etîketan:
Rêxistina terorîst a DAIŞê, Li kampa penaberan teqîn, Ûrdin, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de