08:26 22 Hezîran 2018
PYD, YPG

Plana alîkariya çekên Amerîkayê bo YPGê çawa hat çêkirin?

© AFP 2018 / Delil Souleiman
Sûriye
Lînkê kurt
0 100

Colin Kahl berpirsiyarek nêzî Barak Obama ku plana çekdayîna YPG amade kiribû prosesa amadekirina vê projeyê nivîsand.

Kahl di makaleya xwe ya ku bahsa sê salên dawî ya plankirina şerê Sûriyeyê û hevkariya DYAyê ya bi YPGê re dike de dibêje:"Israra Tirkiyeyê ya bo herêmên ji firînê re bêne qedexekirin, Amerîkayê anî wê astê ku nêzî YPGê bibe."

Kahl makaleya xwe ji kovara binavê Foreign Policy ê re amade kiriye û dibêje: "Endîşeyên Tirkiyeyê yên bo YPG tê femkirin. Tiştê ku pir ne aşkere ye ew e ku hin qerarên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdoganî li pêşiya yekîtiya Amerîka û Tirkiyeyê ya li dijî DAIŞê bûn asteng. Ji ber vê rewşê DYA û YPG nêzî hev bûn û di nava demê de HSDê derkete holê." 

DYA DI ILONA 2014AN DE PLANEK PÊŞKEŞ KİR DÊ BAREGEH VEBÛNA Û DÊ BIHEV RE PIŞTGIRÎ BIDANA MIXALÎF AN

Li gorî makaleya Kahlî, dema ku Kobanê di destê DAIŞê de bû di sala 2014an de planek pêşkeşî Tirkiye kiriye. Plan ji aliyê General John Allen û alîkarê wî Brett McGurkî ve hatiye amadekirin. Di vê planê de dê Baregehên Tirkiyeyê li dijî DAIŞê bihata bikaranîn û dê sînorên Tirkiyeyê, ji aliyê hêzeke hevpar yê Tirk û DYAyê ve bi temamî ji DAIŞê bihata paqijkirin, lê ew hêz nehate avakirin. Kahlî her wiha balê dikişîne ser hêzên Tirk û dibêje:"Eger hêzek bihata avakirin, dê Hêzên Taybet ên Tirk perwerdehî bidana wî hêzî."

DAVUTOGLU GO ERÊ LÊ ERDOGAN NEHIŞT

Kahl dibêje:"Erdogan di fikrê xwe yê herêmên ji firînê re qedexe de israr kir. Di sermawêza 2014an de dema ku Alîkarê Serokê Amerîkayê Joe Biden çû Stenbolê Ahmet Davutoglu pişgirî da wê planê, lê piştî vê hevdîtinê Biden bi Serokomarê tirk re hevdîtin kir. Ew hevdîtin demeke dirêj dom kir. Lê Erdogan qane nebû. Xwest ku pişgrî bidin rêxistina nêzî EL Qaîdeyê ya binavê Ahrar û Şamê. Lê ew rêxistinek ku ji perspektîfa Amerîka dûr bû. Erdogan pêvajoyê anî heya îro."

Bi heman mijarî:

YPG ji bo alîkariya çekan: Biryareke dîrokî ye
Muslîm: Polîsên alman alayên YPG û YPJ qedexe kirine lê kes dengê xwe nake
‘Dibe ku operasyona li dijî YPG piştî meha Ramazanê dest pê bike'
YPG: Me balafira keşfê ya artêşa tirk xiste xwarê
PYD- YPG xwest ku herêmên ji firînê re qedexe, bên îlankirin
YPG hejmara êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava eşkere kir
YPG ji ber Recim Silêbê Tirkiyeyê sûcdar kir
Etîketan:
Suriye, Amerika, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de