09:36 12 Kanûn 2017
Zindî
    Hevserokê PYDê Salih Muslim

    Muslim: Çekên ku Amerîkayê dane me em nadin PKKê

    © AFP 2017/ JACQUES DEMARTHON
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 80

    Hevserokê PYDê Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya Radyoyê Dengê Amerîkayê de ragihand ku çekên ku Amerîkayê dane me nakevin destê PKKê.

    Hevserokê PYDê Salih Muslim di hevpeyvîna xwe ya Mehmet Sumerê Radyoyê Dengê Amerîkayê de ragihand ku tu sedemeke ku Tirkiye ji bo dana çekan xwe aciz bike tuneye, lewma çekên ku Amerîkayê dane me nakevin destê PKKê.

    ‘GAVEKE DERENG BÛ, LÊ BAŞ E'

    Salih Muslim di hevpeyvîna xwe de got: "Ev cara yekemîn e ku Amerîka ji xeyrî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) YPGê muxetab digire. Tim pêwendî bi HSDê re çêdikir heta niha rasterast pêwendî û alîkariya wê ji bo YPGê çênebibû. Ev gaveke derengmayî bû, lê di encamê de gaveke erênî ye."

    ‘YPG GRÛBEKE AÎDÎ ROJAVA YE'

    Muslim di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Tu pêwendiya YPGê bi PKKê re tuneye, lê grûbeke kurd e. Hêza parstina Rojava ye. Ew grûbeke aîdî Rojava ne û di nava HSDê de cih digire. Heta dibe di pêşerojê de di nava hêza Sûriyeyê de cih bigire. Me gerantî daye Amerîkayê ku wê çek nekevin destê PKKê."

    ‘TUCARÎ WÊ ÇEK NEKEVIN DESTÊ PKKÊ'

    Hevserokê PYDê di dirêjiya hevpeyvîna xwe de got: "Zêde em tevlî mijarên leşkerî nabin, lê em gerentiya vê didin. Em bi xwe muhtacî çekan in û ji bo alîkariyê em çekan dixwazin ma em ê çawa van çekan bidin hinek rêxistinên din. PKK mijareke din e, li gorî wê rêbaz û metodê wê hene, lê wê tucarî çek nekevin destê PKKê. Bawerim yên ku çekan didin jî wê tedbîrên vê bigire. Wê gerentiyeke maqul bistînin."

    Bi heman mijarî:

    Salih Muslim: Biryara dayîna çekan bo YPGê siyasî ye
    Ji Salih Muslim bo alîkariya çekên Amerîkayê daxuyanî
    Salih Muslim bi Hollande hevdîtinek kir
    Salih Muslim: Balafirên Tirkiyeyê bê destûra koalîsyonê nikarin li wir bifirin
    Salih Muslim: Êrîşa Amerîkayê wê encamên erênî pêk bîne
    Etîketan:
    Biryara Amerîka ya şandina çekan ji bo YPGê, Hevserokê PYDê, HSD, YPG, Salih Muslim, Sûriye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de