22:03 11 Kanûn 2017
Zindî
    hsd-qsd

    Hêzên kurd 4 kîlometroyan nêzî Reqqayê bûn

    © AFP 2017/ Delil souleiman
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 81

    Li gorî zanyariyên berdest, çekdarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bakurê Reqa bi pêş ve diçin û niha 4 kîlometro nêzî navenda bajarê Reqqayê bûne.

    Niha navenda bajarê Reqqayê tenê 4 kîlometroyan ji çekdarên HSDê dûr e. Di çarçova çaremin a hemleya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê de çekdarên HSDê gundewarên bakurê Reqa yek bi yek ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê rizgar dikin.

    Çekdarên HSDê şevê din Navenda Yekîtiya Cotkaran a li nêzî kampa leşkerî duhî rizgar kiribû û ciheke ku berê rejîma Baas weke girtîgeh bikartanî hedef girtin. Li van herdu deveran şerê giran rûdan. Di encamê de girtîgeh û Navenda Yekîtiya Cotkaran ji terorîstan hat paqijkirin, berê sibehê febrîkaya pêmbû ya li navenda bajêr a Reqqa jî ji DAIŞê hate paqijkirin.

    Li gorî çavkaniyên herêmî bi rizgarkirina van herdu deveran dawî, tenê 4 kîlometro maye ku çekdar bigihêjin navenda Reqqayê. Ji aliyê din ve hêzên HSDê yên ji rojava ketibûn tevgerê şevê din 4 mezraa rizgar kirin û 5 kîlometro pêşde çûn.

    Bi heman mijarî:

    HSD: Operasyona Reqqayê serê havînî destpê dike
    Beriya operasyona Reqqayê Amerîka çekên nû da YPGê
    ‘Trump operasyona Reqqayê ya bi YPGê re dê li Qesra Spî ji Erdogan re ragihîne'
    ‘Trump ji bo operasyona Reqqayê li benda serdana Erdogan e'
    Li Reqqayê 5 zarok û 4 jinên êzidî hatin rizgarkirin
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD), Operasyona bajarê Reqqayê, Reqqa, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de