22:03 11 Kanûn 2017
Zindî
    Balafir

    ‘Li Sûriyeyê di êrişa hewayî ya koalîsyonê de sivîl hatin kuştin'

    © AP Photo/ Selcan Hacaoglu
    Sûriye
    Lînkê kurt
    0 20

    Li gorî televîzyona El Cezîre ku navenda wê li Qetarê ye, li Sûriyeyê di êrişa balafirên koalîsyonê ya hewayî de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

    Televîzyona El Cezîre ku navenda wê li Qetarê ye ragihand ku li Sûriyeyê di êrişa hewayî ya balafirên koalîsyonê ku pêşengiya wê Amerîka dike de li bakurê rojhilatê welêt 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

    Di nûçeyê de hat gotin ku balafirên şer ên aîdî koalîsyonê hedefên rêxistina terorîst a DAIŞê li navçeya El Kuriye ya nêzîkî Dêra Zorê bombebaran kiriye. Di bombebaranê de sivîlên li herêmê jî bandor jê wergirtin û di êrişê de 5 sivîlan canê xwe ji dest da.

    Li gorî televîzyonê du roj berê jî dîsa di êrişa balafirên koalîsyonê de li herêma el Salahiye ya Reqqayê 4 jê zarok 11 sivîl hatine kuştin.

    Ji aliyê din ve li gorî daxuyaniya Wezareta Parastin a Amerîkayê (Pentagon) ku gotibû di êrişên hewayî yên koalîsyonê de li Iraq û Sûriyeyê heta niha 352 sivîlan jiyana xwe ji dest daye.

    Bi heman mijarî:

    Êrişa li dijî baregeha hewayî ya Sûriye yê Amerîkayê
    Sûriyeyê bersiv da êrişa hewayî ya Îsraîlê
    Ji artêşa Tirkiyeyê êrişa hewayî
    Rûsyayê derbarê êrişa hewayî ya İdlîbê de daxuyanî da
    Li dijî herêma Roboskiyê êrişa hewayî
    Li Sûriyeyê êrişa hewayî: 28 kes hatin kuştin
    Etîketan:
    Rêxistina terorîst a DAIŞê, Êrişa hewayî ya balafirên koalîsyonê, Televîzyona El Cezîre, Dêra Zorê, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de